Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê alozî, derbeya Misir a li dijî Tirkiyê

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê krîzeke aborî û jiyanî heye, Misir bi rêya veguherîna forma Gazê ya Deryaya Spî rêxistineke navneteweyî derbeyeke mezin li Tirkiyê xist. Li aliyekî din jî aloziya Lubnanê vegeriya merheleya sifir.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de bal kişand ser krîza aborî ya li herêmên hikumeta Şamê, aloziya Misir û Tirkiyê, her wiha krîza Lubnanê.

ŞERQ EL-EWSAT: LI KOLANÊN ŞAMÊ EREBE TUNE NE, BUHAYÊ SEBZE Û FÊKIYAN BILIND E

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijarê wiha nivîsî: "Tedbîrên ku hikumeta Sûriyê di vê dawiyê de ji bo sivikkirina aloziya benzînê li herêmên di bin serweriya wê de girtine, bi bin ketin. Bi wê re jî tevgera erebeyan li kolanên Şamê pir kêm bû, buhayê sebze û fêkiyan bilind bû û ajokarên erebeyan keysbaziyê bi welatiyan re dikin."

Bi sedema aloziya benzînê li Şamê tevgera çûn û hatina erebeyan li kolanên Şamê pir kêm bû, her wiha ev alozî ji destpêka Îlonê ve zêdetir bû.

Tevî ku hikumeta vê dawiyê dema dagirtina benzînê li ser "karta zekiyê" ji bo tevahî erebeyan guhart, da ku zexta erebeyan li benzînxaneyan kêm bike û 30 lître benzîn ji her erebeyekê re heta 7 rojan bide, lê ev yek bi ser neket.

Ajokarên erebeyan ji Şerq El-Ewsat re piştrast kir ku hê jî bi saetan li pêş benzînxaneyan in da ku 30 lître benzîn bi buhayê hikumetê diyarkirî (225 lîre), wergirin. Lê hin jî ji sûka reş bi 2 hezar 500 heta bi 3 hezaran her lîtreyekê dikirin.”

EL-EREB: JI BO SEKNA LI HEMBER DEWLETA TIRK GAZA ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VEGUHERÎ RÊXISTINEKE NAVNETEWEYÎ

Der barê nakokiya li rojhilatê Deryaya Spî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dewletên hevalbend di bin sîwana foruma gaza rojhilatê Deryaya Spî de ber bi merheleyeke realîst ve çûn. Ew jî ragihandina vegerandina vê projeyê ji rêxistina herêmî re ku dibe li hember destdirêjiyên dewleta Tirk be. Dê Misir bi fermî vegere paytexta gaza xwezayî li herêmê."

Nûnerên dewletên Misir, Yewnanistan, Îtalya, Qibris, Urdin û Îsraîlê duh li Qahîreyê peymaneke vegerandina foruma gaza rojhilatê Deryaya Spî bi fermî vegerandin rêxistina herêmî, îmze kir.

El-EXBAR: EDÎB XWEŞBÎNIYA HIKUMETÊ TÊK DIBE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Exbar ev yek nivîsand: "Hevdîtina Mistefa Edîb bi her du hevalbendan re encamên baş nedan û li şûna pirsgirêka wezareta darayî çareser bike hîn kûrtir kir û dûrbûn berdewam e. Helwesta Erebistana Siûdî ya duh bi heman naverokê û dema helwesta Amerîkayê hat, Hizbullah berjewendiyên gelê Lubnanê lawaz dike û li fêmkirina van helwestan li hundir digere, pêdivî bi bersiva Sead El-Herîrî heye ku di navbera vegera li serokatiya hikumetê û li razîkirina Siûdiyê digere maye, lê ne diyar e ku ew ê were."

Rojnameyê di berdewamê de ev yek nivîsand: "Ji bo avakirinê beriya niha kesayeteke wiha zeîf nehatiye erkdarkirin, Mistefa Edîb zêde ne xwedî taybetmendiyên serokan e, yên wî tev digerînin gelek in, îdîaya tiştên ku ne milkê wî ye nake, ji vê yekê fedî nake, bêyî ku li Sead El-Herîrî û fransiyan vegere gotinê nade tu kesî."

Heta ku fransî û Herîrî der barê ku wezîrê darayî şîi de be erê bikin jî, piştî hevdîtina bi her du hevalan re însiyatîfê di wateya xwe ya pratîkî de cih negirt û bi redkirina wergirtina lîsteya deh navên ku dê ji nav wan wezîrê darayî were hilbijartin bi dawî bû, vê yekê jî ji mêvanan re tengazî çêkir û diviya ev beşek ji peymana bi fransiyan bûye ji ber wan ev hevdîtin bi rêk xist û Edîb agahdar kir û ji bo girîngiya diyarkirina dema hevdîtinê agahî da her du hevalbendan.”


Mijarên Din