Panorama hefteyê: Îsraîlê êrişên xwe yên li Sûriyê zêde kir û Misir rê li Tirkiyê digire

Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî nuqteyên ku dibêje girêdayî Îranê ne li Sûriyê zêde kir. Piştî teqîna li perava Beyrûtê gelê paytexta Lubnanê hêrsa xwe li hemberî rayedarên berpirsên teqînê nîşan da. Her wiha Misirê û Yewnanistanê li deryaya Spî derî li pêşiya Tirkiyê girtin.

Rojnameyên Erebî di hefteya borî de, bombebarana Îsraîlê li dijî hin nuqteyan li Sûriyê, rewşa Lubnanê û şerê Tirkiyê-Misirê girtin dest.

ŞERQ EL-EWSAT: ÎSRAÎLÊ BAŞÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BOMBEBARAN KIR

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî derketine, girêdayî Rewşa Sûriyê gelek mijar girtin dest ku herî sereke bombebarana Îsraîlê li dijî nuqteyên li Sûriyê bû. Di vê der barê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Balafirên ku tê texmînkirin ên Îsraîlê ne duh piştî ragihandina Til Ebîbê ku şanyek li Colanê ya başûrê Sûriyê bombebaran kiriye, "nuqteyên Îranî" yên li bakur rojhilatê welêt bombebaran kir."

Artêşa Îsraîlê ragihandinbû ku "komeke ji 4 çekdaran ku mayîn li xeteke ewlekariyê li Colanê bi cih dikir" hedef girtiye. Îsraîlê artêşa Sûriyê ji vê çalakiyê û ji her çalakiyeke li Sûriyê, berpirsyar nîşan da û wiha got: "Hîna têkiliya di navbera vê şaneyê û niyeta "Hizbullah" a pêkanîna çalakiyekê li dijî Îsraîlê de hîna piştrast nebûye. Lê em wê yekê dûr naxin."

Lê belê çavkaniyên Îsraîlê tekez kirin ku "Bê guman ev şane girêdayî "Hizbullah" a Lubnanê ye ku hewl dide Colanê veguherîne eniyeke şerê bi Îsraîlê re. Artêşa Îsraîlê naxwaze yekser Hizbullah tewanbar bike, ku hêvî dike Hizbullah vê yekê fêm bike û ji niyeta xwe ya pêkanîna çalakiyekê li dijî me ku ji bo tolhildana endamekî xwe ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li Şamê hatibû kuştin, paşve vegere."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê ragihand ku balafirên şer ên nenas nuqteyên hêzên Îsraîlê û mîlîsên girêdayî wê li Bûkemal a gundewarên Dêrazorê, bombebaran kiriye. Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku ev baregeh tê hedefgirtin.

EL-EREB: TEQÎNA BEYRÛTÊ: JI BER SALÊN PAŞGUHKIRINÊ YAN SALÊN SERWERIYA HIZBULLAHÊ PÊK HAT?

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Niha li paytexta Lubnan Beyrûtê gel li dijî rayedarên berpirsên teqîna mezin ku sêşemê rû dabû, bi hêrs e. Her wiha Hizbullah bi veberhêrandina di tevlîhevî û paşguhkirinê de, bîrokrasiyê, bikaranîna gendeliyê ji bo mayîndekirina serweriya xwe, hêsankirina qaçaxçiya çek, alav û kesan ji welêt re, tê tewanbarkirin."

Sozên rayedaran ên ji bo lêpirsînê û hesabxwestina ji sûcdarên teqînê, rastî pêleke mezin a hêrsa gelê Lubnanê hat. Hin çalakvan dibînin ku bisînorkirina rayedarên berpirsên teqînê û  sozên hesabxwestinê, kontrolkirina hêrsa gel armanc dikin û di rastiyê de nayîn pêkanîn.

Lêpirsînên destpêkê destnîşan dikin ku ji ber paşguhkirinê û depokirina madeyên bi hêz ên teqandinê li perava Beyrûtê, teqîna ku tê de zêdetirî 107 kes bûn qurbanî pêk hat.Vê yekê gelê Lubnanê bi hêrs kir û li ser malperên tevna civakî daxwaza hesabxwestina ji hemû rayedaran kir.

Li gorî çavkaniyê cuda, madeyên di depoya peravê de ji beriya salan ve ji keştiyeke xerabbûyî li perava Beyrûtê hatibûn desteserkirin û di "beşê 12 ê peravê" de hatibûn danîn. Her wiha diyar kirin ku wekî tê xwestin şopandina wan madeyan nehatiye kirin.

Televizyonê Otv yê herêmî li ser zimanê rêveberê giştî yê perava Beyrûtê Hesen Qerêtim ragihand ku beriya 6 salan li gorî fermana dadgehê li peravê madeyên bi hêz ên teqandinê hatine depokirin, ku tê texmînkirin ew sedema teqîna bi hêz a li paytextê bûn.

Qerêtim daxuyand ku gumrik û hêzên ewlehiya dewletê ji hikumetê xwestin ku van ji welêt derxin an tune bikin, lê belê tiştek pêk nehat. Karmendekî peravê jî got beriya 6 mehan tîmekê ev made dîtine û hişyarî daye ku heke ji peravê neyên rakirin dê "Beyrûtê biteqînin".

Serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyab ragihand ku 2 hezar û 750 ton madeyên Nîtratê amonit ji beriya 6 salan ve li depoyekî "xeternak" hatibûn depokirin.

Li cîhanê ji ber Nîtratê amonit gelek kerasetan rû daye. Di 2001`an de li kargeheke bajarê Toulouse yê Fransayê bûbû sedema teqînê û 30 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

BEYAN: EWROPAYÊ BI ÇALAKIYAN BANGA RAWESTANDINA BERFIREHBÛNA TIRKIYÊ KIR

Rojnameya Beyan jî nakokiyên Tirkiyê-Ewropayê girt dest û wiha nivîsî: "Dîplomatên Ewropî tekez kirin ku daxuyaniyên dawî yên rayedarên Tirk û herî dawî daxuyaniyên wezîrê parastinê Hulusî Akar, azarên hundirîn ên mezin ên rejîma Tirkiyê nîşan didin. Rayedarên Tirk bi derxistina şerên derve hewl didin ji wê yekê birevin. Dîplomatan ji rojnameyê re daxuyand ku daxuyaniyên Akar piştrast dikin ku Tirkiyê di 2 salên borî de bi taybetî "dîplomasiyeke bi refleks" dimeşîne ku ji civaka navnetewî tê xwestin ku sînorekî ji vê yekê re deynin. Ji ber ku ev kiryarên Tirkiyê rageşiya li Rojhilata Navîn û herêma rojhilatê deryaya Spî zêde dike û gefan li berjewendiyên hevalbendan li herêmê û Ewropayê dixwe."

EREB: MISIR Û YEWNANISTANÊ LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ DERÎ LI PÊŞ TIRKIYÊ GIRITIN

Rojnameya Ereb jî behsa girtina Misirê û Yewnanistanê deriyan li pêşiyê Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî kir û wiha nivîsî: "Pêncşemê Misirê û Yewnanistanê lihevkirineke dîrokî ji bo diyarkirina sînorên deryayî li Qahîra yê bi amadebûna wezîrên derve yên her welatan, îmze kir. Bi wê yekê xwestin rê li pêşiya Tirkiyê bigirin ku hewl da têkiliyên xwe bi hikumeta Serac re xurt bike. Piştî wê gavê Misirê û Yewnanistanê hemû deriyên vekirî li pêşiya Tirkiyê girtin."

Lihevkirina ku pêk hatiye rê li pêşiya belavbûna Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî digire ku Tirkiyê texmîn dikir ku lihevkirina di navbera Qahîra û Athenayê de ne pêkan e û dê heta dema lihevkirinê karibe keştiyên xwe li hin herêmên aboriyên derbas bike.

Wezîrê derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias piştrast kir ku lihevkirina di navbera serokê hikumeta Wîfaq a Terabilusê Fayiz Serac û Tirkiyê de "ne qanûnî ye û qanûna navnetewî binpê dike" . Her wiha diyar kir ku dê welatê wî bi hevkariya Misirê dê li hemberî astengiyan bisekine û welatê wî rêzî li hemberî pîvanên qanûna navnetewî digire.

Nikos Dendias bi bîr xist ku tevgerên Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî ne rewa ne û dê rageşiya li herêmê zêdetir bike.

Wezîrê derve yê Yewnanistanê di civîneke çapemeniyê de tevî wezîrê derve yê Misirê Samih Şukirî got têkiliyên her du welatan di asteke bilind de berdewam in û dê di dema pêş de ecamên vê hevkariyê di dozên cur bi cur de, dekevin holê.

Wezareta derve ya Tirkiyê yekser lihevkirin red kir û destnîşan kir ku Enqera "diyarkirina sînorên deryayî" ya di navbera Qahîra û Athenayê de, qebûl nake.

(cx)

ANHA


Mijarên Din