​​​​​​​Panorama hefteyê: Tirkiyê nuqteyên xwe jihev dixe, lutkeya Qubirus soza bersivdayîna şantajên Tirkiyê dide

Di hefteya borî de Tirkiyê nuqteyên xwe yên ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin ji hev xist. Misir, Yewnanistan û Qubirus soza bersivdayîna provakasyonên Tirkiyê dan. Li aliyekî din aloziya Lubnanê ji danasîna nav veguherî erkdarkirina serokê hikumetê.

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa paşdeketina Tirkiyê li Sûriyê, lutkeya Qibiris û aloziya Lubnanê kirin.

DAGIRKERIYA TIRK NUQTEYA LEŞKERÎ YA MORK VALA DIKE

Der barê mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Duh li nuqteya çavêdriyê ya 9`an a dewleta Tirk li bajarê Mork ê parêzgeha Hemayê ya Sûriyê, tevgereke ne asayî hebû, hat dîtin ku hin maşînên veguheztina leşkeran derbasî bajarê Mork yê bakur rojavayê Sûriyê bûn.

Rojnameyê nivîsî "Hêzên Tirkiyê yê li nuqteya Mork ku di bin desthilata hêzên rejîmê de ye, alavên xwe vekirin, amadekariyên vekişînê dikin, ku ev xala çavdêriyê ya herî mezin e li gundewarên Hemayê yê bakur, ku ev nêzî du sal û 4 mehan e hatiye avakirin".

Çavkaniyan ragihandin ku dibe hêzên Tirkiyê di nava 24 saetan de ji vê xalê vekişin, eger tiştekî awarte li se erdê çênebe.

 ‘LÛTKEYA QIBRISÊ SOZ DIDE KU LI HEMBER RAGEŞIYÊN TIRKIYÊ RAWESTE

Der barê mijarê de rojnameya Ukaz nivîsî: "Rejîma Tirkiyê bedelê destwerdana xwe ya arîşeya leşkerî ya welatên Ewropa û Ereban dide, wekî Yewnanistan, Ermenistan, Azerbêcan, Iraq, Sûriye, Qibris û Lîbyayê. Ji ber ku ew aloziya xwe ya hundirîn diavêje welatên din û dewlemendiyên gelê Tirkiyê didize, lewma Tirkiye xistiye tuneleke tarî.”

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Daxuyaniyên serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî yên piştî hevdîtina bi serokê Qibrisê û serokwezîrê Yewnanistanê re, hişk bûn. Wî got "Me Biryar da ku li dijî rageşiyên li rojhilatê Deryaya Spî rawestin", her wiha wî Tirkiye tawanbar kir ku binpêkirinan dike û çeteyan vediguhêze herêmên aloz."

'ALOZIYA LUBNANÊ JI DANASÎNA NAV VEGUHERÎ ERKDARKIRINA SEROKÊ HIKUMETÊ

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Beriya civîna duyem a şêwirên parlemanê yên ji bo destnîşankirina navê serokwezîrê ku dê hikumetê ava bike, serokê komarê Mîşel Ewn serê xwe hilda û ji nişka ve nameyek arasteyî lubnaniyan kir, di nameya xwe de got "Ez ê berpirsyariyên xwe pêk bînim." Her wiha got "Ez bi hêvî me hûn der barê mijara erkdarkirinê de baş bifikirin”.

Ewn bi vê nameyê, bêyî ku bi nav bike, berpisyariya nepêkanîna sozên berê avête ser El-Herîrî û parlamenteran û xwest ku "li wijdana xwe vegerin" û kesekî ku di ezmûnên berê de têk çûye, dîsa erkdar nekin."

'DENGÊ DAHOLÊN ŞER LI HERÊMÊ KÊM BÛ'

Rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: “Beriya çend rojan hevdîtinên danasîna sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de pêk beriya çend rojan dest pê kirin, li Yemenê jî piştî diyalogan hezar kes hatin berdan, li Iraqê geşedan li gorî berjewendiya Mistefa Kazimî pêk hatin. Li ser van geşedanên dîplomasiyê dikarin bibêjin ku êdî dê di navbera Amerîka û Îranê de tu şer neqewime, bi taybet piştî ku Îmarat û Behreyn jî têkilî bi Îsraîlê re normal kirin, lewma êdî şerê Îran û Îsraîlê jî nema.”

 


Mijarên Din