Panorama hefteyê: Tirkiye tevgerên xwe li Sûriyê zêde dike

Dewleta Tirk a dagirker li aliyekî ji gelek nuqteyên li "Herêma bêçek" vedikişe û li aliyekî din êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Her wiha bi piştevaniya Îxwan El-Muslimîn hewl dide çareseriyên siyasî yên lîbyayî têk bibe.

Tevgerên dewleta Tirk ên li Sûriyê, destwerdanên wê yên li Lîbyayê, her wiha bandorên nêzîkatiyên wê û lawazbûna Washington li hemberî NATO'yê manşêtên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

'DEWLETA TIRK LI HERÊMÊN SÛRIYÊ TEVGERÊN XWE ZÊDE KIRIN'

Der barê liv û tevgera dewleta Tirk li herêmên Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Artêşa dewleta Tirk nuqteke leşkerî ya nû li herêma çiyayê Zawiye li gundewarên başûrê Idlibê ava kir, her wiha amadekariyan dike ku ji du nuqteyên li başûrê û rojavayê Helebê yên di bin dorpêça hêzên hikûmetê de, vekişîne.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku ev liv û tevger girêdayî liv û tevgera li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku li wir êrişên xwe dijwartir kiriye.

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Duh karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk gihîşt bajarokê Kensefra yê herêma çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê, li herêma Tirlbedranê ya der dora bajarokê dest amadekirina noqteyeke nû tê kirin.

'KIRYARÊN DEWLETA TIRK NATO DIHEJÎNE`

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê nivîsî: "NATO dê roja sêşemê ji bo wezîrên karên derve yên dewletîn endam civînekê lidar bixe. Ev civîn ji bo nirxandina rewşa herêmên Ewropa û Atlantîkê be. Di rewşa heyî de nakokiyên kûr hene, sedema wan jî reftar û kiriyarên dewleta Tirk ên leşkerî ne ku li dijî berjewendiyên Ewropayê ne".

Dîplomat û çavdêr dibêjin vekişîna Amerîka, her wiha aloziyên ku ji ber reftarên şer yên Tirkiyê rû dan, NATO`yê dihejînin û Ewropa ber bi bihêzkirinê dibe da ku berjewendiyên xwe biparêze, lê nakokiyên hundirîn van hewldanên wan têk dibe.

"BI PIŞTGIRIYA TIRKIYÊ.. ÎXWAN HEWL DIDE LIHEVHATINA LÎBYAYÊ TÊK BIBE"

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Di vê demê de ku piraniya Lîbyan bi geşbînî pêşwaziya pêngavên lihevhatina di navbera aliyên lîbyayê de dikin, li ser rêya çareseriya siyasî û lihevhatina nîştimanî û bidawîkirina pêvajoya şerê deh salan, Tirkiye û Qeter û hin hêzên tundrew û lordên şer, hewl didin van pêngavan asteng bikin.”

Çavdêrên rewşa Lîbyayê dibêjin ku civîna Tencayê ji aliyê Îxwanan û hevlbendên wan yên alîgirên destwerdana Tirkiyê ve rastî hewldana têkbirinê hatin, da ku dest deyinin ser pêvajoyê, paşê jî hewl bidin ku serokê meclisê Eqîla Salih ji erka wî dûrxînin, ev tişt di dema civîna Xedamisê de pêk hatin. Parlamanter Ziyad Dixêm got ku amadekariya van kiryaran ji aliyê parlamana Terablûsê ve hatine kirin."


Mijarên Din