Paqijkirina çemê Ceqceq ber bi dawî ve diçe

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeya baqijkirina çemê Ceqceq  bi dawî ve dike. Di qonaxa duwemîn de jî dê zabiteyên şaredariyê parastina çem bikin, da ku şênî û xwediyên dikanan çopa xwe navêjin çem. Şaredariyê bang li şêniyan kir ku çem paqij bigirin û çopa xwe neavêjin çem.

Şaredariya Gel a Qamişloyê di 6’ê Nîsanê de dest bi paqijkirina çem kiribû. Ji ber şênî û xwediyê dikanan çopa xwe diavêjin çem, çem pir qirêj bibû. Qirêjbûn jî dibû sedema bêhna nexweş û nexweşikbûna bajêr. Heman demê de di havînan de ji ber mêşan dibû sedema nexweşiyan. Hem şênî bi xwe çem qirêj dikin, hem jî dema havîn tê giliyan dikin ku çima çem qirêj e. Şaredariyê ji bo paqijkirinê çem dabeşî 7 xalan kir. Ji van 7 xalên ku hatine dabeşkirin tenê xalek maye (rawestgeha Newroz) dê ew xal jî di demek kurt de were paqijkirin.

Navê xalên ku hatine paqijkirin wiha ne (pira Hizamê), (Pira Mezin a Sûkê), (Pira Sîvan), (Pira Bişêriyê) û paqijkirin Pira Selam ber bi dawiyê ve diçe.

Endama buroyaya rêveber a Şaredariya Gel a Qamişlo Mizgîn Hesen li ser berdewamiya baqijkirinê wiha got: "Ji bo temamkirina projeyê tenê xalek (rawestgeha Newroz) ji xalên ku me dabeşkiribûn maye. Wê ev xal jî di 5 rojên pêşiya me de xilas bibe. Piştî paqijkirina çem em derbasî qonaxa duyemîn a projeyên dibin. Di qonaxa duyemîn de em ê zabîteyan derdixin, hem jî em ê derdora çem hesin deynin da ku şênî çem qirêj nekin.”

Piştî ku projeya paqijkirinê destpêkir hîn jî şênî çopa û bermahiyên lawirên xwe yê mirî davêjin çem li ser vê pirsgirêkê Mizgînê wiha got: "Gel bi me re nabe alîka. Ji ber wê yekê me got em ê di qonaxa duyemîn de zabîteyan daxin derdora çem. Ji bo parastinê bikin, ji ber ku piştî ku em cihekî baqijdikin di pey me re çopê davêjin cihê baqijkirî.”

Mizgîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî niha jî me bangawazî kir ji bona gel bi me re alîkar be, lê piştî bangewaziya me jî çop tê avêtin. Ji ber vê yekê wê zabîte xwediyê dikanên derdora çem hişyar bikin ji bona çopê navêjin nava çem".

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji beriya niha ava çem paqij û xelal bû. Lê dewleta Tirk a dagirker bendavek li ser çem çêkir û di coya çem de ava kanalîzasyonê berda ser Qamişlo. Ava çem ji Nisêbînê navçeya Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê tê. Dirêjahiya wê 124 kîlometre ye, çem ji bajarê Qamişlo diçe çemê Xabûrê yê ku li bajarê Hesekê û li çemê Firatê bi dawî dibe.

ANHA


Mijarên Din