Parastin ji bo berjewendiyên kê kar dike-2

Armanca dezgeha "Parastin" ne parastina berjewendiyên nîştimanî yên Kurdan e. Piraniya komên şoreşger ên li Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê bi rêya vê dezgehê hatin tasfiyekirin.

Di vê beşa dosyaya me de "Dezgeha Parastin çi ye", em ê behsa aliyên ku sûdê ji vê dezgehê digirin anku "Ev dezgeh ji bo berjewendiyên kê kar dike", bikin. Dezgeha "Parastin" di rastiyê de ji bo berjewendiya plan û ajandeyên herêmî û navneteweyî ye û di serî de dewletên ku Kurdistan dagir kirine. Bi rêya vê dezgehê tevgerên şoreşger ên Kurdistanê tên tasfiyekirin.

Di bingeha avakirina "Parastin" de roleke ber bi çav, ya ku komeke ji ciwanên Akreyî heye. Tê zanîn ku berê li bajarê Akreyê, du taxên mezin ên Cihû û Xirstiyanan hebûn. Cihû, li vî bajarî yên herî dewlemend bûn. Pîşesazî û bazirganî di destên wan û xirstiyanan de bûn. Ji ber wê yekê dibe ku ew kesên destpêkê cihê xwe di dezgeha "Parastin" de girtine bi eslê xwe Cihû bin, an jî Kurdên Cihû bin.

Dezgeha sîxurî (Parastin) li ser bingehê parastin û berjewendiyên netewî an jî metirsiyên li ser Kurd û Kurdistanê nehatiye avakirin. Ji navê wê ‘Parastin’ jî diyare ku ji bo parastin û ewlekariya Îsraîlê ya ku nû bûbû dewet hatibû avakirin. Dezgeha Parastin; weke ku tê zanîn, hewuzeke sîxurî ya agahîkomkirin û rasterast ragihandina ji MOSSAD’ê re ye. Di asta yekemîn de ji bo xizmeta Îsraîlê kar dike. Heman wextê, ji bo Îran, Amerîka û hêzên din jî di asta duyemîn de kar dike. Di xelaka beriya niha de, ev dezgeh, ji aliyê Îsraîl û Îranê ve çawa hatiye sazkirin, me rave kiribû. Îsraîl, (1960-1970) hem bi Ereban re û hem jî bi Iraqê re di nava şerekî de bû. Lewma, di  ser Mela Mistefa re herî zêde pêdiviya Îsraîlê bi komkirina agahiyan hebû da ku bikaribe kontrola xwe li ser herêmê çêbike. Ji aliykî din ve jî, ji bo ku ji nêz ve, liv û tevgerên Kurdan li Kurdistanê bişopîne, di derbarê wan rêxistin û partiyên Kurdan de agahiyan werbigire rol ji bo  dezgeha Parastinê hatibû dayîn. Dezgeha ‘Parastin’ agahiyên ku kom dikirin didan  MOSSAD, CIA, MÎT û Savaka Îranî. MOSSAD'ê bi tena xwe nikarî ji her derê agahiyan kom bike.  Ji ber ku di damezirandina wê de Îsraîl hebû, lewma têkiliyên “Parastin” bi MÎT’a Tirk û Savaka Îranî re jî xurt bûn û hevguhestina agahiyan jî di navbera van hersê dezgehên saloxgerî de dihate kirin.

Eger em erkên vê dezgeha (Parastin) rêz bikin; dê were dîtin ku di xala yekemîn a sereke de ji bo parastina berjewendiyên Îsraîl û hegemoniya wê li herêmê kar dike. Duyem; ji bo berjewendiyên Îranê û dagirkerên din ên li ser axa Kurdistanê û sêyemîn jî ji bo parastina berjendiyên malbatî ne. Lewma dezgeha ‘Parastin’ ne ku ji bo berjewediyên netewa Kurd, bername û ajendeya ku jê re hatîye danîn, di wê çarçovê de xizmeta wan hêzên ku behsa jê hatî kirin, paletiya wan dike. Ji lewma,  bûyerên di pey re qewimîne, bi berjewendiyên gelê Kurd re nakok in û li pêşîya yekitiya çar parçên Kurdistan tim dibe asteng. Ji dêvla ku bikeve xizmeta yekitiya Kurdan, berovajîyê wê tim zerar û ziyan daye gelê Kurdistanê. Bi vê mijarê ve têkildar rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Bi rêya PDK’ê hewl dan ku pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan xwestin du hêzên wekhev, lê bihev re xwedî nakok ava bikin. Ev, ji bo hebûna wan (di serî de, ji bo berjewendiyên hegemonîk ên DYA, Ingilîstan û ewlekariya Îsraîlê) jiyanî û girîng bû. Ya rastî ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane bû; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan tê kirin timî di nava nakokiyan de ne. Bes, bi derketina PKK’ê re ev dek û dolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane yekser rûxand. Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998’an de derxist holê. Ev dihatin wê wateyê ku fêlûfenên hêzên hegemon bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nedan şêwazekî bi vî rengî bo ku çareserî pêk were. Reşkujî û komployên mezin pêk anîn. PKK’ê, Kurd ji kontrola hêzên hegemon derxist, di warê stratejîk de, li dijî berjewendî û planên van hêzên hegemonîk yên ku li Rojhilata Navîn serdest bûn hemleyek bû. Ev taybetmendiyên ku karibin sedemên wan bi awayekî berfireh rêz bikin, têrê dikin û îspat bikin ku çima komploya 1998’an ewqasî xwedî armancên stratejîk û mezin bû.''

Kes nikare ji wê rastiyê bireve ku piştî avabûna vê dezgeha sîxurî a (Parastinê), lew ra piraniya rêxistin û grûpên şoreşger yên Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din bi destê wê dihatin beralî kirin. Tiştên ku van gotinên me piştrast dike, kiryarên balkêş û sosret ên PDK’a mala Barzanî û helwestên wan ên di derbarê gel, rêxistin û partiyên kurdan de ne  û xwevêtina hembêza dijmin e. Nimûne, helwestên wan ên ku li gor pîvan û rêgezên Kurd û Kurdîtiyê divê qet neyên kirin û weke xetên sor bêne destnîşankirin, lê mixabin berovajîyê wê xwe dane nîşan. Girêdayî vê mijarê, derbarê komplo û destên dirêjî nava PKK’ê dibûn de, Rêrber  Abdullah Ocalan, girîngiya vê rewşê wiha tîne ziman: " Koma me, weke şaxekî THKP-C’ê dihat nirxandin û bawer dikirin ku bi tesfiyekirina THKP-C’ê dê koma me jî wê tesfiye bibe. Dibe ku xwestibin komê bi hin kesan kontrol bikin û di bin destê xwe de bigirin. Piştî salên 1975’an, kengî hat fêhmkirin ku koma me serbixwe ye, hingê bi rêya PDK’ê bi destê Stêrka Sor mudaxeleyî komê kirin. Kesên sîxur, ên bi navê Alaatîn Kapan, Hakî Karer qetil kirin. PDK, di serî de rasterast girêdayî Îsraîlê û NATO’yê. Piştre hat zanîn ku ev dezgeh, li tevahiya Kurdistanê weke rêxistineke kontrolê destek danê û ev îspat êdî misoger e. Mirov dikare bibêje, di bin destê Gladîoyê daye, nexasim ji salên 1961’an vir ve bi desteka Gladîoya Tirk sîleh kirin û kişkişandin serî rakirinê. Paşê bi gelek belgeyan wê îspat bibe ku bi rêya Şahtiya Îranê jî heman alîkariyê dewam kiriye. Ango bi rêya PDK’ê mudaxeleyî komên çepgir ên li Kurdistanê kirin û girîng e ku mirov tespît bike, ev bi desteka neyekser a Gladîo çêbûye.”

ÇAVKANÎ:

MOSSAD li Iraq û welatên derdor û têkçûna hêvîyên Îsraîl û kurdan (Şlomo Nedîmon)

Parastina kurdên di nava pencê qirkirina çandî de(Abdullah Ocalan)

 Dîdarî Temen(Celal Telebanî)

ANHA


Mijarên Din