Parastina civakî yek ji bingehên pergala ewlehiyê ya Reqayê ye

Hêzên Parastina Civakî yek ji bingehên pergala ewlehiyê ya Reqayê ye. Bi sedan şêniyên herêmê ji bo parastina herêmên xwe yên rizgarkirî di dirêjahiya salek û nîv de beşdarî hêzê bûn.

Piştî avakirina meclisên taxan û malên gel di 4`ê Çileya 2018`an de yekemîn koma Hêzên Parastina Civakî hate damezirandin. Hêzê erka parastina taxan û meclisan, ji her xeteriyekê ku herêmên nû rizgar bûne tehdîd dike girt ser xwe.

Bi armanca xurtkirina pergala ewlehiyê piştî têkçûna terorê, Hêzên Parastina Civakî tevî Hêzên Ewlehiya Hundirîn û QSD`ê beşdarî gelek operasyonên berfireh bûn.  Bi taybet operasyonên lêgerîna şaneyên veşartî. Hêzê hebûn û vîna xwe ya xurt li pêşberî civakê îsbat kir.

Hêzên Parastina Civakî çavdêriya parastina saziyên sivîl û civakî dike, mîna Meclisa Sivîl a Reqayê û saziyên girêdayî wê. Hêz di nav bajêr de li ser 4 nuqteyan belav dibe. Destpêkê ji navenda bajêr ber bi her du gundewarên rojhilat û bakur ve.

Her wiha jin jî cihê xwe di parastina sivîlan de dirgirin. Di nav Hêzên Parastina Civakî de li bajarê Reqayê 20 jin wek rêveber li navendan û birêvebirina dewriyan bi dildarî dixebitin.

Endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakî Musa El-Ehmed got: "Têgeha parastina civakî li gel şêniyên Reqayê tiştek nû bû. Piştî naskirina rêgez û awayên xebatê, diviyabû ku em xak û gelê xwe ji her êrîşekê ku ewlehiya wê tehdîd dike biparêzin."

Endamên Hêzên Parastina Civakî  beşdarî dewreyên bîrdozî û leşkerî yên girêdayî bikaranîna çekên tekekesî û teknîkên leşkerî  dibin.

Girêdayî gavên rêxistinkirinê yên Hêzên Parastina Civakî El-Ehmed destnîşan kir ku komîteyên pispor di nav hêzê de hewl didin komîteyên şaxî di nav meclisên taxan de ava bikin. Da ku têgeha parastinê û girîngiya piştgiriya pergala ewlehiyê xurt bikin. Hêzê 3 komîteyên parastinê yên şaxî li taxên Diriye, Ekrad û El-Mişleb ava kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din