Parastina şêniyan ji fedekariyên min girîngtire

Elî Mihemed Elî (Nesret Kirad) got parastina taxa Şêxmeqsûd û taxên din dikeve ser milên ciwanên wê, di oxirê de şer kir, çav û lingê xwe winda kir. Elî diyar kir ku fedekariyên wî ji parastina sivîlan ne giringtir e.

 Bi zêdebûna asta êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk  li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê re, şênî û ciwanên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêde rola xwe ya sereke di paratina taxê û berxwedanê de lîstin.

Ciwanê bi navê Elî Mihemed Elî yê 35 salî ji şêniyên taxa Şexmeqsûd e û ji malbatekî ku ji 9 endaman pêk têye. Mihemed Elî di êrîşa 16`ê Sibata 2016`an de cihê xwe di parastinê de digire.

Ji tevgera ciwanan ber bi eniyên şer ve

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, komek kes ku bi navê Şebîhe dihatin naskirin, dest bi belavkirina fîtneyan di navbera şêniyan de dikin. Elî Mihemed Elî li ser wê tevlî Tevgera Ciwanên Şoreşger dibe.

Wê demê li dora taxê gelek tugayên komên çete hatin avakirin û êrîşên xwe zêde kirin. Mihemed Elî tevî hejmarek ji endamên tevgerê û şêniyên taxê, li hember êrîşan sekinîn û tax parastin. Wê demê Mihemed Elî navê Nesret Kirad xwe bi nav dike.

Nesret wiha got: “Dema min dît çawa yekenîyên parastinê û têkoşeran tax diparêzin û nahêlin êrîşker derbas bibin, hema yekser ez tevlî Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn. Min wê demê tiştek li ser tevgerê û ciwanên ku li ber xwe didin nizanibû.”

Di dema ku tax di şert û mercên dijwar re derbas dibû, Nesret biryar da ku li rex şervanan taxê diparêze.

Di sala 2016`an de êrîş li ser taxê zêde dibin bi taybet kolana El-Muxabarat. Wê demê Nesret di çav û ling xwe de birîndar dibe û destê wî bi gaza kilor cehr dibe. Tevî birîndarbûnê lê Nesert piştî hefteyekê dîsa vedigere eniya şer.

Nesret wiha domand: "Ez di tevlibûna koma ku piştgiriya YPG`ê dikir de bi israr bûm. Ji 2013`yan ve heya şikandina dorpêçê min di gelek xendek û eniyan de cih girt. Bi topekî ku ji lûleya gazê çêbûye birîndar bûn û bermahiya topê li tevahiya laşê min belav bû. Lê dîsa ez vegerîm eniyê, min tehemul nekir ku ez ji hevalên xwe dûr bimînim. Di wê demê de çeteyan gefa êrîş û talankirinê li şêniyan dixwarin."

Bi cawek şil xwe ji gaza kilor parastin

Di dirêjahiya êrîşan de, komên çeteyan taxa Şêxmeqsûd bi çekên qedexekirî yên gaza kilor dikin hedef. Di encamê de bi dehan sivîl û şervan bi haletin xeniqîn û ricifandinê dikevin.

Nesret got: “Çeteyan bi çekên bi cehr em kirin hedef, lê me cawek bi avê şil kir û danî ser rûyê xwe. Bi vê şêwazê me hemû birîndarên ku bi gazê alerjî dibûn, veguhest cihên ewle."

Nesret Kirad bi vê gotinê berxwedan teqez kir û got: "Windakirina lebetên min ji parastina şêniyan ne giringtir e.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din