'Parastina Şoreşa Rojava parastina paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê ye'

Karayilan destnîşan kir ku encama ku li Heftanînê derketiye holê şervaneke/î bi îrade, wêrek û jêhatî, eger bi rengekî profesyonel tevbigere wê demê dikare teknîka serdemê têk bibe. Karayilan got:"Parastina Şoreşa Rojava parastina paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û diyar kir, di nava 31 rojên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, hêzên gerîla 95 caran li Heftanînê li dijî artêşa Tirk çalakî kirine. Karayilan got, "236 leşkerên Tirk hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn, lê belê hejmar ji vê zêdetir e. Her wiha derb li 6 helîkopterên bi tîpa Kobra hate xistin."

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê 33 ciwanên şoreşger-sosyalîst ên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Nedibû ku xwîna van ciwanan li erdê bima. Ji ber vê yekê demeke dirêj e şer diqewime û her roj hesab ji dijmin tê pirsîn. Bêguman ev ê hîn bêhtir dewam bike, di bilindkirina têkoşînê de wê xwedî li bîranîna wan bê derketin."

Karayilan bi wesîleya salvegera 8'an a Şoreşa Rojava jî, şoreş li gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelên kurdistanê pîroz kir. Karayilan bi bîr xist ku ya li Rojava pêk hat şoreşeke girîng e û got, "Bêguman ev yek bi berxwedanê bû û bi xwîna şehîdan hate xemilandin. Di şexsê hevrê Xebat, Çekjîn, Gelhat, Arîn, Avesta û Karker de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim, li pêşiya bîranînên wan bejna xwe ditewînim."

'ŞOREŞA ROJAVA LI DIJÎ NETEWE-DEWLETÊ ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Karayilan diyar kir, ku gava beriya 8 salan di sibeha 19'ê Tîrmehê de li Kobanê hate avêtin pêşketinên gelekî girîng afirand û got, "Weke ku tê zanîn destpêkê li tevahiya Rojava belav bû, piştre jî li tevahiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Bêguman ya girîng ne tenê belavbûna wê bû, ya girîng wesfa şoreşê ye. Yanî şoreşeke ji rêzê nîne. Modela şoreşeke nû li wir diafire. Rast e, şoreş Şoreşa Rojava ye, lê belê di heman demê de Şoreşa Neteweya Demokratîk a Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanan û gelên li herêmê hemûyan e. Di heman demê de şoreşa jinê ye. li ser bingeha azadiya jinê avakirina civaka demokratîk kiriye armanc. Ev bala her kesî dikişîne. Em jî dişopînin. Ya rast, naverokeke şoreşê heye. Ev şoreş ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê û ji bo tevahiya herêmê mînak e. Tiştekî nû ye. Li dijî netewe dewletê çareseriya neteweya demokratîk e. Ev gelekî girîng e. Hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo gelê Kurd wateyeke xwe heye."

 

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber vê taybetmendiyê êrişî şoreşê dike, naxwaze şoreş pêk were û got, "Weke ku tê zanîn, di serî de mêtingeriya Tirk hin hêz êrişê dibin ser Şoreşa Rojava. Şoreş hatiye dorpêçkirin. Weke ku min got, sedema vê yekê naveroka şoreşê ye. Naveroka wê çi ye? Ya yekemîn; Kurd li wir dibin xwedî statu. Ya duyemîn demokrasî dikeve meriyetê. Ya sêyemîn jî jin azad dibin. Rejîma AKP'ê ji van hemûyan nerazî ye."

'PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA PARASTINA PAŞEROJA GELÊ KURD Û GELÊN HERÊMÊ YE'

Mûrat Karayilan anî ziman ku êriş ne tenê li ser Şoreşa Rojava ye û wiha dewam kir: "Di şexsê Şoreşa Rojava de êrişî statuya Kurdan dike. Ji ber vê yekê di vê dema krîtîk de tişta herî girîng, parastina Şoreşa Rojava ye. Yanî ji bo hêzên ku demokrasiyê dixwazin, ji bo Kurdan, ev çeper desteketiyeke girîng e. Divê ev destketî û çeper bê parastin. Parastina vê şoreşê ji bo kurdan hemûyan girîng e. Mînak, eger di encama êrişên dijmin de destketiyên li wir ji dest biçin, hingî wê destketiyên Kurdan ên li deverên din bikevin nava metirsiyê. Dstketiyên li Başûrê Kurdistanê, her wiha têkoşîna demokrasiyê ya gelê me ya li Bakurê Kurdistanê jî wê bikeve metirsiyê. Yanî dikare bê gotin ku êrişên li ser Rojava êrişên li dijî destketiyên gelê Kurd hemûyan e. Ji ber ku dijminên êrişî Kurdistanê dikin, siyaseta komkujiyê ji xwe re dikin esas û pêk tînin. Lewma êrişên li dijî gelê Kurd li ser bingehêkê ne, lê belê di heman demê de êrişek li dijî gelên herêmê û demokrasiyê ye. Eger ev şoreş bê têkbirin wê nepêkan be ku li Sûriyeyê demokrasî pêk were. Ji ber ku tenê Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê demokrasiyê ji xwe re dike esas. Ji bo vê hem ji bo gelê Kurd hem ji bo gelên din xwedî girîngiyekê ye û divê bê parastin. Lewma ji kîjan partiyê yan jî nêrînê dibe bila bibe divê her kes hewl bide van destketiyan biparêzin. Di vê çarçoveyê de hewldanên yekîtiyê yên PYD û ENKS'ê gelekî girîng in. Divê ev hewldan hîn bêhtir bên xurtkirin. Bi kurtasî divê Şoreşa Rojava ji aliyê Kurdsan û gelên herêmê hemûyan ve bê parastin. Ji ber ku parastina Şoreşa Rojava parastina paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê ye. Yanî di vê dema heyî de pêkanîna Şoreşa Rojava tiştekî girîng û pîroz e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan êrişên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê û berxwedana li Heftanînê nirxand û got, "Berxwedana Heftanînê bi şehîdan tê meşandin. Beriya her tiştî di şexsê hevrê Rustem, Memyan, Esmer û Nûcan de şehîdên me yên berxwedana Heftanînê bi bîr tînim. Soza ku me dane wan dubare dikim. Wan li Heftanînê destanek nivîsandin. Encamên heyî berhema wan e. Serketinên heyî serketina wan e."

Karayilan destnîşan kir ku li Heftanînê ti gir nîne ku dijmin bêyî windahiyan bide xwe gihandiye ser û got, "Li her devera ku xwe gihandiye şer qewimiye, li wir windahî dane û piştre xwe gihandiye wir. Li hin giran bi cih bûye, lê belê her tim derbê dixwin û hesabê wê didin."

'DIJMIN LI HEFTANÎNÊ ŞOK BÛ, MAT MA'

Karayilan ragihand ku şerê Heftanînê şerekî hewayî û teknîkî ye anî ziman, ku dewleta Tirk dixwaze bi saya teknîka hewayî Heftanînê dagir bike.

Karayilan got, "Ji 17'ê Hezîranê heta 17'ê Tîrmehê dikarim bîlançoya şerê mehekê yê li Heftanînê eşkere bikim: Di nava van 31 rojan de hevalên me 95 çalakî li dijî dijmin li dar xistin. 236 leşkerên dijmin hatin kuştin. 18 birîndarên wan hatin tespîtkirin, lê hejmar zêdetir e. Derb li 6 helîkpterên Kobrayê hatin xistin. Di şer de 24 hevalên me şehîd bûn. Hevalekî me bi birîndarî dîl kete dest. Bîlançoya şer a mehekê wiha ye. Yanî bi rastî jî şerekî giran diqewime. Encamên vî şerî ij bo me jî ji bo dijmin jî hene. Dibe ku ji aliyê siyasî ve her kes bi rengekî cuda diaxive, lê belê li gorî texmîna min dijmin jî di nava xwe de hesabê vê dike. Ji ber ku dijmin ne li benda vê yekê bû. Şok bû, mat ma. Mesela li Xantûrê xistin, lê dan û piştre gotin 'dibe ku kes nema be' û xwest leşkeran deyne herêmê. Lê belê her cara ku hat derb xwar û vegeriya. Ev gelek gelek caran dubare bû. Ji nêzîkatiyên wan tê fêhmkirin ku vê berxwedanê dijmin matmayî kiriye."

Karayilan wiha dewam kir: "Di rewşa heyî de ev encam li Heftanînê afirî ye; şervaneke/î xwedî îrade, wêrek û bi tecrûbe eger bi rengekî profesyonel tevbigere dikare teknîka serdemê têk bibe, dikare li dij wê şer bike. Vî şerî ev yek ispat kiriye. Bêguman gerîlayên Heftanînê gerîlayên serdema nû ne. Di astekê de bi rêbazeke nû tevdigere, kûr dibe. Taktîk û rêbazên nû bi cih tînin. Çawa? Mesela di salên 1990'î de dewleta Tirk gelek caran êriş kirin. Her wiha êriş li ser Heftanînê jî dikirin. Wê demê her carê bi giranî hêzên me xwe vedikişandin. Herêm dihate valakirin, dijmin dihat, hefteyek, du hefte yan jî mehekê diman, piştre jî diçû û kes nedima. Lê niha rewş ne bi vî rengî ye. Kesî xwe ji wir venekişandiye. Rast e; dijmin hatiye û xwe gihandiye hin girên Heftanînê, lê belê gerîlayên Heftanînê jî hîn li Heftanînê ne. Lê niha rewş ne bi vî rengî ye. Niha kesî xwe ji wir venekişandiye. Rast e; dijmin hatiye û xwe gihandiye ser hin girên Heftanînê, lê belê gerîlayên Heftanînê jî hîn li Heftanînê ne. Ev rêbazeke nû ye. Bi vê rêbazê em dixwazin şer daîmî bikin."

'ŞERÊ LI HEFTANÎNÊ WÊ NESEKINE, WÊ BIDOME'

Karayilan ragihand ku rewşa li Heftanînê bi vî rengî ye û got, "Ji niha û pê ve jî şerê li Heftanînê wê nesekine, wê dewam bike. Hevalên me gelekî bi xwîngermî tevdigerin. Her wiha em nêzîkatiyên ewqasî xwîngermî û çalakiyên hertimî zêde rast nabînin. Divê hinekî bi rêbazên gerîla hêdî hêdî lê belê di astekê de bin.

Berxwedana Heftanînê ji bo me bû tecrûbe. Hin encamên vê tecrûbeyê hene: Ya yekemîn; weke ku min beriya niha got; bi nêzîkatiyeke afirîner teknîka dijmin dikare bê têkbirin, li dijî wan berxwedan û şer dikare bê kirin. Yanî li Heftanînê niha ji bo me ne nêzîkatiya parastina qadê, lê nêzîkatiya taktîkê ya berê xwe dide çalakiyan esas e. Lê belê hate dîtin ku eger bê xwestin û amadekarî bê kirin ketina dijmin a li herêmê dikare bê astengkirin. Ev yek derketiye holê. Encama sêyemîn jî ew e ku dema bi rêbazên gerîla yên serdema nû tevger çêbibe, wê ev yek li dijî dijmin serketinê biafirîne."

Mûrat Karayilan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dema nû li ser bingeha konsepteke nû ye û got, "Yanî hedefa wan ne tenê em in. Bi rengekî stratejîk tevdigerin û hewl didin tevahiya destketiyên gelê Kurd kontrol bikin. Yanî êrişeke bi vî rengî ya cidî heye."

Karayilan destnîşan kir ku bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, bi navê gerîlayên PKK'ê ew bi biryar in ku li ber dijmin rabin û got, "Vana car carna li deverên ku em lê nînin jî dixin. Bi rengekî bi kontrol li mirovên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê dixin. Dema ku vê dikin bi zanebûn li tevahiya gel naxin. Ji bo vê jî car carna lê dixin û hewl didin bitirsînin û bikişînin ser xeta xwe. Ev rebaz li Cizîr û Silopiyayê jî pêk anîn. Li Silopiyayê piştî ku Dayika Taybet şehîd xistin hefteyekê li kesên ku ji bo wergirtina cenazeyê wê diçûn nedireşandin? Çima? Ji bo tirsandinê. Niha li Başûr jî vê dikin. Mînak Kanî Masî bajarokek e. Li wir leşkerên Tirk hene û hawirdora wê derê ji bo gerîla zêde ne guncav ne. Li wê xetê hevalên me nîne. Lê belê beriya çend rojan top avêtin malên li wê herêmê û bi qasî 200 metreyî li nêzî malan ketin. Çima lê didin? Kî li wir hene? Eger dibêjin 'gerîla hene', na li wir gerîla nîne. Her wiha gundên li derdorê hene. Mesela gundê Bêdehê. Tê gotin ku piraniya wî gundî hatiye valakirin. Gundê Durê. Em li wir nînin. Li wir ti tevgereke leşkerî nîne, lê dîsa jî lê didin.

Yanî em dixwazin gelê me yê hêja bi vê zanibe: Fermana vî dijminî li dijî Kurdan hemûyan derbas dibe. Yanî gotina 'li wir gerîla heye, dijmin êrişî wir dike, gelê me ji ber vê yekê zerarê dibîne' nerast e. Yanî êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Divê ev rastî bê dîtin."

GERÎLA JI BO PARASTINA AX Û RÛMETA KURD LI HEFTANÎNÊ ŞER DIKE

Li ser îdîayên ku tê gotin, li herêma Amediyê hin civîn tên lidarxistin û mîna sîstema cerdevaniyê rêxistinbûnek tê amadekirin, Karayilan ev nirxandin kir:

"Me jî nûçeyên bi vî rengî bihîst ku tê gotin li Amediyê civîn tên kirin û tiştekî mîna cerdevaniyê dixwazin ava bikin. Di vê demê de herî zêde pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye. Ev mijareke gelekî girîng e. Em hêvîdar in ku ev nûçe nerast in. Di vê mijarê de divê kes şaşitiyê neke. Li holê çarenûsa gelekî heye. Yanî gelê Kurd hemû di heman keştiyê de ne. Bala xwe bidin ser; şêwirmendê berê yê ewlekariyê yê Trûmp John Bolton pirtûkek nivîsî û di pirtûkê de diyar kir ku Trûmp ji Kurdan hez nake. Wiha got, 'Iraq bi ser wan ve tê ew direvin, Tirk bi ser wan ve tê ew direvin; tenê dema ku balafirên me yên F-16 li ser serê wan be hingî şer dikin, wekî din şer nakin'. Bêguman ev yek ji gelek aliyan ve dikare bê şîrovekirin. Lê belê Trûmp di vir de negotiye 'Kurdên Iraqê bi vî rengî ye, Kurdên Tirkiyeyê bi vî rengî ye, Kurdên Sûriyeyê bi vî rengî ye'. Beriya her tiştî Kurd Kurd e. Dijmin sînorek daniye naverastê. Lê belê em dinerin, hinek radibin weke ku sînorê ji aliyê Xwedê ve hatiye danîn nêzî vê yekê dibin. Halbûkî Kurd Kurd e û Kurdistanek bi tenê heye. Yê ku Kurdistan kiriye çar parçe em nînin.

Mesela çapemeniya Başûr bi rengekî eşkere dibêje 'Şerê navbera PKK'ê û dewleta Tirk'. Baş e PKK ji bo çi şer dike? Hevalên me yên niha li Heftanînê ne, li Geliyê Pisaxa ne, li Perexê ne, li Qesrokê ne, li Şeşdarê ne. Di nava dijmin de ne. Belê; dikarin rahêjin çenteyê xwe û ji wir biçin. Çima naçin, çima li wir di bin balafirên şer de, di nava leşkeran de ne? Gelo me jiyana xwe li naverastê dîtiye? Canê kesî ne erzan e, kesî canê xwe li naverastê nedîtiye. Baş e ew mirov çima li wir in? Weke hêzekê çima em li wir in? Gelo ma ne ji bo vê xakê ye! Gelo ma ne ji bo rûmet û welatparêziya Kurd e! Eger dijmin hatibe qada me, divê em jî vê qadê biparêzin. Ev yek berpirsyariyek e. Yanî şer di navbera hêzeke biyanî, şer di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de naqewime û hinek ji vê yekê zerarê nabîne. Li vir êrişên dewleta Tirk hene ku li ser bingeha konseptekê li dijî Kurdan hemûyan tê kirin û êriş li dijî Kurdan hemûyan e. Em li ber vê yekê radibin. Em niha yekane astengî ne li pêşiya van planên dewlet T.C. Dibe ku li pêş çavan êrişî me dikin, lê belê di esasê xwe de êrişî her kesî dikin.

'ŞERÊ TÊ KIRIN, ŞERÊ NAVBERA GELÊ KURD Û DEWLETA TIRK E'

Divê ev yek bê zanîn; PKK dixwaze ku di nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê de mafên nasnameyê bên qebûlkirin. Mafên xwezayî yên Kurdan dixwaze. Em Kurd divê weke xwe bi çanda xwe bijîn û karibin xwe bi rê ve bibin. Em vê dixwazin, lê ew ewqasî êrişî me dikin. Yanî divê her kes bi vê zanibe; em asta herî maqûl a çareseriyê li nava sînorên Tirkiyeyê dixwazin. Eger dewlet AKP-MHP'ê xwe nade ber çareseriya bi PKK'ê, bi Rêber Apo re hingî xwe qet nade ber çareseriya hinekî din. Federasyona Başûrê Kurdistanê ti carî qebûl nake. Di nava xwe de nasnameyê qebûl nake. Niha gelekî hewl dide ji bo di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya nû de navê Kurdan qet nebe. Ji bo vê li Rojava şer dike. Gelo mêtingeriya ku li Sûriyeyê bi vî rengî şer dike, li Başûr eger bi ser PKK'ê de tê gelo armanca xwe tenê PKK ye? Milîtanên PKK'ê ji xwe dixwazin li Tirkiyeyê bi Kurdbûna xwe bi rengekî azad bijîn. Yekane armanca xw eev e. Ji bilî vê ti armanceke xwe ya taybet a ji bo şerê li dijî Tirkiyeyê nîne. Yanî şerê ku diqewime şerê navbera Kurdan û dewleta Tirk e. Lê belê em îro berpirsyariya vî şerî hildidin ser milê xwe û gelê xwe diparêzin.

'HETA KU BÊVILA DEWLETA TIRK BI ERDÊ RE NEYÊ KIŞANDIN WÊ NESEKINE'

Bêguman di vî şerî de ku em mafdar in, em dixwazin gelê me yê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi me re be, em piştgiriya wan dixwazin. Em ê vê xakê biparêzin. Tecrûbeyên bi şerê Heftanînê re bi dest ketin, nîşan dan ku em dikarin di vî şerî de bi ser bikevin. Rast e ew ketine Heftanînê, lê belê em ê nehêlin ku bikevin devereke cuda. Ji bo vê ruh û hêza me ya pêwîst heye. Eger piştevaniya me bê kirin em dikarin vê dewletê têk bibin. Heta ku bêvila dewleta Tirk bi erdê re neyê kişandin wê nesekine. Divê li cihekî bi erdê re bê kişandin. Li Rojava, li Başûr yan jî li Bakur divê em vê bikin. Divê bê zanîn ku tişta dijmin dixwaze bike welê hêsan nîne. Bi nêzîkatiyeke nerm, bi serîtewandina li ber dijmin, bi gotina 'em dostê we ne' kes nikare pêşî li mêtingeriya Tirkiyeyê bigire. Bala xwe bidin dîrokê. Min berê jî anîbû ziman. Gotineke extiyaran heye. Çi dibêjin? Dibêjin, 'Ev dewleta Tirk çiqasî xwe nerm bike jî, xwe bike ker jî lê siwar nebe! Eger tu lê siwar bibe wê teqez lîstikekê bike û te biavêje erdê! Ev dewlet bi vî rengî ye."

Karayilan diyar kir ku ew nizanin civîna li Amediyê çiqasî raste yan na û got, "Em hêvîdar in ku nerast e. Lê belê eger rast be, ev yek wê nîşan bide ku li dijî me hêzek tê avakirin û ev jî nîşaneya felaketekê be. Divê kes nekeve xefika Tirkiyeyê. Vê yekê ji bo her kesî dibêjim, lê bi taybetî gelê hêja yê Şêladizê û Deralokê divê zanibe ku ev yek lîstikeke. Dixwazin me bi hev bidin qirkirin. Pêwîstî bi hêzeke nû nîne. Eger dibêjin, 'ji ber ku Tirk tên em vê hêzê ava dikin' hingî bila kes meraqan neke, Tirk nikarin xwe bigihînin wir. Wê li wir şerekî mezin biqewime. Ne welê hêsan e. Em weke zarokekî neaxivin. Tecrûbeya me ya bi salan heye. Em li vir dixwazin bi navê gelê Kurd bersivê bidin şovenîzma dewleta Tirkiyeyê. Bi rengekî mafdar em daxwaza piştgiriyê dikin. Em dixwazin ku bi me re bin; ne ku li pişt me be û piştre li me bidin. Welê nabe. Ev meseleyeke neteweyî ye.

Di vê mijarê de gelek hewldanên hêja hene. Ez her kesên ku bi rengê yekîtiya neteweyî, ruhê neteweyî û ji bo Kurdistaniyê hewl didin silav dikim. Bi taybetî pêşmergeyên Dêrîn xwedî seknekê ne, wan silav dikim. Her wiha ciwanên Başûrê Kurdistanê îmzeyan kom dikin, hinek ji wan dixwazin tevlî bibin, wan silav dikim. Her wiha sekna gelê Şêladizê ji bo me çavkaniya rûmetê ye. Em wan silav dikin. Kes nikare vê seknê nebaş bike, divê her kes xwedî vê seknê be. Ez ji vê yekê bawer dikim; di vê qonaxa dîrokî de eger em bibin xwedî helwesteke neteweyî em ê ti carî lawaz nebin."


Mijarên Din