‘Parastina welat erkeke exlaqî ye dikeve ser milê her kesî’

Xwişka şehîd Namis Emîne Nehîr di merasîma sersaxiya birayê xwe de, diyar kir ku şehadeta di oxira ax û welat de xewna birayê xwe bû û ew pê serbilind in. Her wiha tekez kir ku parastina welat erkeke exlaqî ye dikeve ser milê her kesî.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, saziyên sivîl û partiyên siyasê, îro beşdarî konê sersaxiya malbata şehîd Namis El-Nehîr ê li pêşiya mala şehîd li taxa Hilêliyê hatibû vedan, bûn.

Kon bi wêneyên şehîdan, rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan, alên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclîsa Malbatên Şehîdan, hatibû xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk Hecî El-Hecî wiha axivî: "em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin ji ber me kesayetek ji welatparêzên destpêkê wiha kir. Şehîd Namis endamekî çalak yê  ya komîna taxê bû, dixwest xizemtê ji gelê xwe bike û di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi fedayitî bi şev û roj ji bo parastina ewlehiya gel, şiyar bû."

Ji aliyê xwe ve xwişka şehîd Namis Emîne El-Nehîr axivî û wiha got: "Em bi şehadeta birayê xwe serbilid in. ji ber ku weke hemî hevalên xwe yên çek rakirine û me diparêzijn, wî jî xeyal dikir ku ji bo welat û axa xwe bigihîne şehadetê." 

Emîne bi domdarî wiha got: "Ji bo welatê xwe, me birayê xwe da û em amade ne hemî xwişk û bitayên xwe yên mayî jî bidin. Ji ber ku parastina welat erkeke exlaqî ye dikeve ser milê her kesî ku ji gel û welatê xwe hez dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê endêmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Namis Selman El-Nehîr ku di 4`ê Kanûnê de li ser rêya Til Temir-Hesekê di dema pêkanîna erkeke leşkerî de şehîd bû, oxir kirin.

Herikîna şêniyên Qamişlo ji bo konê sersaxiyê ku li taxa Hilêliyê ye, heta saetên êvarê berdewam dike.

ANHA


Mijarên Din