‘Parçekirina Sûryeyê ji projeyên Tirkiyê ye‘

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Azad Berazî got, dîwarê ku Tirkiyê ji bo qutkirina Efrînê lêdike, demkî ye û li pêşiya vîna gelên herêmê û projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê biser nekeve.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Azad Berazî der barê armancên Tirkiyê ji lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê û rêya dawîkirina planên Tirkiyê li Sûriyê de, ji ANHA`yê re axivî.

Azad Berazî di destpêka axaftina xwe de got: "Dîwarê ku niha Tirkiyê lêdike, ne planeke nû ye, ew ji berê de hatiye plankirin, ew yek ji destpêka aloziya Sûriyê û destwerdana wê li Sûriyê de zelal bû. Tirkiyê ji sala 2012 bi destwerdana li Serêkaniyê dest bi projeyên xwe kirin."

Berazî der barê projeya Tirkiyê de wiha axaftina xwe dewam kir: "Tirkiyê di pêkanîna projeyên xwe de xwe dispêra 2 xalên sereke, yek ji wan peymana Millî ku bi awayekî dûbare bizelalî û eşkere ji aliyê fermandarên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê ve tê pêşnyar kirin zindî bike û ya din serwerkirina Ixwan El-Mislîm li herêmê ye."

Berazî da zanîn ku peymana Millî ku Tirkiyê hewl dide pêk bîne,  herêmên ji Iskenderon, Heleb, Reqa, Cezîrê, Kerkûk û Şengal hemû xakên Tirkiyê dihewîne.

Azadî Berazî destnîşan kir ku bi derketina YPG`ê re hemû planên Tirkiyê li herêmê têk çûn û projeya parçekirina Sûriyê projeyeke stratîjîke ji Tirkiyê re, di pêvajoya heyî de hate xuya kirin ku Tirkiyê hîna hewl dide projeya parçekirinê li ser xakên ku dagir dike pêk bîne.

Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê da xuyakirin ku dîwarê Tirkiyê ji bo qutkirina Efrînê lêdike demkî ye û dê li pêşiya vîna gelên herêmê û hêza projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biser nekeve.

Berazî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dîwarê parçekirinê hewldaneke Tirkiyê ji bo parastina destkeftiyên xwe li herêmê ye û herêmên ku dagir dike tev li xwe bike, lê hemû projeyên xwe vala derdikevin."

Azad teqez kir ku di qanûnên navneteweyî de ne mafê tu dewletan e ku destwerdana dewleteke din bike û mîna Tirkiyê bike û got: "Sûriyê dewleteke xwedî desthilat e û endamê Netewên Yekbûyî ye."

Her wiha Azad Berazî dewleta Tirkiyê weke dewleteke dagirker bi nav kir û dagirkirina girava Qibrûs sala 1974 de wekî mînaka vê yekê anî ziman û got: "Tirkiyê ji berê û heta niha dewleteke dagirker e."

Berazî wiha got: "Serkeftin bi îrade û berxwedana ji aliyê şêniyên herêmê hevgirtina pêkhateyan pêkan e."

Azad Berazî bang li dewletên Koalisyon û aliyên peywendîdar kir ku bi erkên xwe di parastina zagonên navneteweyî rabin û binpêkirinên Tirkiyê rawestînin.

Di dawiya axaftina xwe de Azad diyar kir ku piştgiriya hêzên leşkerî û berxwedanê misogeriya tinekirina dagirker e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din