Parka El-Istîqamê ku çeteyan kirbû goristan, veguherî cihê bêhnvedanê

Şaredariya Gel a bajarê Helebê parka El-Istîqamê ku çeteyan kirbû goristan, jinûve sererast kir û niha veguherî cihê bêhnvedan û gerê.

Parka El-Istîqamê ya taxa Eşrefiyê jî bû aliyekî ji rûxandinên ku çeteyên "El-Heyanî" li ser taxa Eşrefiyê sala 2013`an de pêk anî. Çeteyan park kirbûn goristan, da ku sûcên li ser sivîlan pêk dianîn, veşêrin.

Piştî rizgarkirina wan taxan ji çeteyan, Şaredariya Gel dest bi rakirina cenazeyan kir û dest bi sererastkirina parkê kir.

Sererastkirinên ku Şaredariya Gel pêk anî

Şaredariyê binesaziya parkê sererast kir, şebekên avê nû kirin û şebekên kehrebê dirêj kirin. Şênkayî çand, lîstokên zarokan û hin heywan lê danîn.

Jiyan careke din li parkê vegeriya

Piştî sererastkirina parkê, bû cihê şêniyan da ku bêhna xwe vedin û rojan e bi sedan şêniyên taxê berê xwe didin wir.

Welatiya bi navê Fatime Dîmo Elî ku bû şahida kiryarên çeteyan li taxa Eşrefiyê wiha got: "Dema êrîşên çeteyan, em nikaribûn derkevin taxa xwe, park bibû çavkaniya tirsê."

Fatime destnîşan kir ku ew dikarin niha derkevin û bêhna xwe vedin û wiha domand: "Êdî park bûye cihê lihev komkirina me."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din