Parkên Girkê Legê hatine paşguhkirin

Li navçeya Girkê Legê mijara parkên giştî yên ji aliyê Şaredariya Gel ve hatine paşguhkirin, bala welatiyan dikişîne. Parkên giştî girtî ne û ji aliyê rayedaran ve hatine paşguhkirin..

Li navenda navçeya Girkê Legê 5 parkên giştî hene. Ev park rûbereke biçûk e ku şaredariyên berê veqetandine. Lê heta niha ev park paşguhkirî ne û ne di xizmetê de ne.

Ji ber vê yekê şêniyên navçeyê neçar dimînin biçin parkên bajarokê Rimêlanê yên nêzîk. Lê piraniya wan parkan bikirê ne, tê de lîstokên zarokan hene û gelek cureyên vexwarinê û tiştên din têne pêşkêşkirin. Ew jî bareke madî ji şêniyan re çêdikin.

Li ser rêzegiliyên şêniyan Şaredariya Gel parkên giştî sererast kirin û hindek lîstokên zarokan tê de bi cih kirin. Piştî wê bi zanabûn 3 ji wan parkan bi kirê dan kirêdaran.

Lê xuya ye ku dema bikirêkirina parkan tenê di havînê de bû. Piştî wê park vegeriyan wek berê û hatin paşguhkirin.

Bi destpêkirina meha havînê re park li ber şêniyan girtine. Li gel tunebûna kirdaran.

Derî girtî ne û zarok di ser sûran re xwe diavêjin nav parkan

Nûçegihanê me çavdêriya hindek parkên bajêr kir. Bi bi taybet Parka Şehîd Cahid a taxa Şehîd Hevraz. Şaredariya Gel di sala borî de park sererast kiribû, zemîna wê rast kirin. Rêyek wek peyare bi dirêjahiya 125 m ava kiribû û avreşînek bi firehiya 8 m çêkiribû. 14 daniştok li tevahiya parkê tevî 8 yariyan û gelek lîstokên din ji bo zarokan di nav parkê de bi cih kiribûn.

Lê deriyên parkê li pêşberî şêniyan girtine. Hejmarek zarok jî hewl dida di ser sûra parkê da derbasî parkê bibin. Xuya dibe ku amûrên di parkê de telef bûne.

Şêniya bi navê Ferha Ebdulezîz ku mala wê li nêzî parkê ye dibêje tevî ku park girtiye lê dîsa neçar dimîne zarokan bişopîne da ku di ser sûrê re derbasî parkê nebin û qezeyek rû nede.

Ferha wiha got: "Park girtî ye. Zarok jî dixwazin bilîzin, ji ber wê di ser sûrê re xwe diavêjin hundirê parkê. Ew jî dibe sedema qezeyan. Lewre ez neçar dimînim ku zarokên xwe bişopînim."

Ferha bang li Şaredariya Gel kir ku parkê ji şêniyan re veke, ji ber ku rewşa heyî li ser zarokan xeter e. Ferha got: “Parkên bajarokê Rimêlan ji malên me dûr in, tevî ku biha ne.”

Park kire kirineû derveyî çavdêriya aliyên têkildar in

Şêniyên Girkê Legê ji ber pirsgirêkên parkên bajêr neçar dimînin serdana parkên bajarokê Rimêlan bikin. Ew park jî kirêkirî ne û tê de cureyên cuda ên vexwarin û tiştên din têne pêşkêşkirin. Ev park tevî ku ji bajarê Girkê Legê dûr in, barek madî li şêniyên Girkê Legê zêde dikin. Ji ber ku kirêkirî ne û heta lîstokên zarokan bi pere ne.

 

Şênî ji ber ku ev park dûrî çavdêriya aliyên têkildar in, bi taybet ji Şaredariya Gel, bi gilî ne. Şênî dibêjin gelek zarok bê malbatên xwe serdana parkan dikin û karkerên parkan jî tiştên ku zarok dixwazin bê çavdêrî didin wan, mîna vexwarinên enerjiyê, cigare û nargîle.

Di van demê dawîn de di wan parkan de hejmarek zarok rastî qezeyan hatin.

Çareseriyên şaredariyê bê encam in

Rayedarên Buroya Endezyariyê ya Şaredariya Gel a Girkê Legê diyar kir ku sedema girtina parkan ew e ku demên peymanên kirêkirina parkan bi dawî bûne.

Buroya Endezyariyê diyar kir ku ew ê di rojên pêş de, ji bo kirêkirina parkan danezanekê biweşînin da ku parkan bidin hin kirêdaran. Lê şênî bi wan çareseriyan ne razî ne û bang li şaredariyê dikin ku bi xwe çavdêriya parkan bike û di hemû werzên salê de deriyê parkan ji şêniyan re vekin û nedin kirêdaran.

(şx)

ANHA


Mijarên Din