Parlamanterekî catalonî: Rojava dikare bibe minareya demokrasî û mafên mirovan

Parlamanterekî catalanî bi tundî siyasetên Ewropa yên li hemberî gelê Kurd û bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir, di heman demê de îşaret bi pêşketinên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, kir.

Parlamanter û berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya "Bi hev re ji bo Catalonyayê" Fransxesc de Dalmas di hevdîtinekê de diyar kir ku Yekitiya Ewropayê ji bo parastina sînor, dewleta Tirk karta ewlekariyê ya bi EY`yê re ye û Ewropa li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne bê deng e.

Francesc de Dalmas da zanîn ku hin agahiyên çewt ên der barê sûcên ku dewleta Tirk  li Rojavaya Kurdistanê pêk tîne, hene, ji wan binpêkirina mafên mirovan û revandin û birîna madeyên sereke ji wan av û derman û êrişên li dijî herêman.

Di 2015`an de parlamanterê catalonî serdana herêmê kir û bi çavên xwe pêşketina di şer de çêdibe û êrişên berdewam ên ji aliyên cuda û komên çeteyan pêk tên, dît.

Li Catalonyayê ku li bakurê Ispanyayê ye ji derveyî herêmên Ewropa yên din xwedî xweserî ye, gelek kes piştgiriya doza kurdî dikin û piraniya wan endamên parlamentoyê ne û têkiliyên wan bi hin siyasetmedaran an jî çalakgerên Kurd re yên li parçeyên Kurdistanê re hene, heta  beriya niha ji çalakgereke kurd re got di parlamantoya catalonî de biaxive û sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan û herêmên Rojava û bakurê Sûriyê pêk tîne şermezar bike û beriya du mehan jî şandeyeke catalonî serdana Rojava kiribû.

De Dalmas got Rojavayê Kurdistanê xwedî derfet û zanîn e û dikare li herêmê bibe minareya demokrasî û mafên mirovan.

Her wiha îşaret bi rola jinan û hêza rêveberiyên herêmê di pêkanîna veguhartina civakî, siyasî û aborî de ku du faktorên sereke ne kir û civaka navneteweyî jî dikare beşdar bibe û berpirsa vê guhartinê be yan jî weke ku niha beşdar e û dibe hevkarê hilweşandinê.

ꞌCIVAKA NAVNETEWEYÎ JI SÛCÊN DEWLETA TIRK PÊK TÎNE RE BÊDENG Eꞌ

Parlamanterê catalonî siyaseta derve ya Ewropa ya têkildarî sûcên dewleta Tirk rexne kir û got: "Nebûna siyaseteke derve ya Yekitiya Ewropa, ku xwe bispêre rêgezên demokrasiyê û geşkirina mafên mirovan bandoreke neyênî li ser sûcên dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, dike."

Devjêberdana ji erkên siyasî û leşkerî  yên Ewropayê hişt ku hêzên leşkerî yên dewleta Tirk  nexasim milîsên bi rêxistina dewleta îslamê yan jî yên mîrasê wê ne ku rêya çewisandina li Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin."

Endamê parlamantoya catalanî ev pirs kir: "Gelo piştî gelê Kurd rêxistina dewleta îslamî anku DAIŞ`ê têk bir, çima civaka navneteweyî gelê Kurd ji bîr kir? Şerê hêzên kurdî li dijî DAIŞ`ê meşand hişt ku baweriya gel û YE`yê bi wê were, lê ji ber sedemeke nediyar ev yek hate windakirin û hişt ku hêzên dewleta Tirk li herêmê bi pêş de biçin û ji aliyê Ewropayê ve paşguhkirineke çapemeniyê û siyasî heye."

De Dalmas diyar kir ku dewleta Tirk bi YE’yê re roleke dualî lîst, nexasim piştî îmzekirina peymana girêdayî vegera penaberên sûrî yên li dewletên Ewropayê û wiha pê de çû: "Ji aliyê YE`yê ve peymaneke şermok e û dewleta Tirk bi rêya wê pereyekî mezin bi dest xist û li hemberî vê yekê yekitiyê çav û guhên xwe li ser sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, digire."

Hin dewletên Ewrop û di serê pêşî de Ispanyayê wekî şirîkekî bazirganiyê û siyasî yê li herêmê parastina dewleta Tirk dike û têkiliyên wê yên leşkerî jî pê re hene ku girêdayî bazirganiya çekan û pevguhartina leşkerî ye, vê rastiyê rê li pêşiya rexneyên li ser Ispanyayê girt.

ꞌCATALONYAYÊ DI ŞERMEZARKIRINA TUNKIRINA DEMOKRATÎK A TIRKIYE DE BERDEWAM Eꞌ

Parlamanterê Catalonî bal kişand ser piştgiriya Catalonyayê ya ji doza kurdî re û got: "Catalonyayê bi gelemperî yek ji herêmên Ewropayê ye ku tevgereke mezin a piştgiriya ji Kurdan re lê heye, ev jî îstisnaa e û piştgiriyeke siyasî jî heye ku projeyên geşkirinê û xebatên mirovî jî hene."

Parlamanterê Catalonî bi vê gotinê axaftina xwe bi dawî kir: "Ji Catalonyayê em dixwazin di bêdengiyê de îstisnaa bin, da ku cihê xwe  yê di nava naveteweyî de yê di zanîn û îtîrafa bi mafên mirovan de ku wekî rêbazekî çareseriyê ye, ji nû ve misoger bikin.

Têkildarî mijarê hikumeta Catalonyayê di şermezarkirina tunekirina demokratiya tirkî de berdewam e, her wiha di parastina tevgerên kurdî de jî berdewam e, ji lew re mîna parlamanterekî dibêjim ku parlamantoyên ewropî girêdana xwe ya bi dozên mafên mirovan re berdewam bikin û parlamanterên me jî di parlamentoyan de bimînin da ku em bi hev re siyasetên dewleta Tirk şermezar bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din