Parlamantoya Erebî banga qedexekirina şandina çeteyan ji bo Lîbyayê kir

Serokê Parlamantoya Erebî Mişel Bin Fehm El-Sulemî bang li NY‘yê kir ku bi lez mûdaxele bike, şerê li Lîbyayê û destwerdanê derve rawestînin û her wiha şandina çek û çeteyên biyanî qedexe bike.

Serokê Parlamantoya Erebî Mişel Bin Fehm El-Sulemî îro name ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand. Mişel Bin Fehm El-Sulemî  di nameyê de bang li herduyan dike ku hemû aliyên bi nakok ên Lîbî neçar bikin ku şer rawestînin, sivîlan biparêzin. Her wiha ji bo domdandina pêvajoya aştiyê ya bi sponseriya NY‘yê atmosfêreke guncaw dabîn bike.

Mişel Bin Fehm El-Sulemî diyar kir ku Lîbya li gel belavbûna Koronavîrusê, dorpêça li ser hin bajaran û şerê leşkerê yê ku bû sedema kuştin û birîndarkirina gelek kesan di rewşeke mirovî pir zehmet de ye.

Serokê Parlamantoya Erebî destnîşan kir ku pêwîste gelê Lîbyayê di taybet di wan rojên pîroz ên Cejna Remezanê de rijandina xwîna hev rawestînin.

Mişel Bin Fehm El-Sulemî got, çareseriya siyasî rêya herî guncaw ya çareserkirina aloziya Lîbyayê ye û bang li NY‘yê kir ku destwerdanên derve yên di kar û barên Lîbyayê de rawestînin û ji bo pêkanîna biryara  Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê şandina çek û çeteyên biyanî qedexe bike.

Dewleta Tirk şandina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê didomîne da ku li kêleka hikûmeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac şer bikin.


Mijarên Din