Parlamantoya Lîbyayê Erdogan hişyar kir: Em nabin dergehê planên osmanî

Parlamantoya Lîbyayê li Tebraqê daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ên girêdayî şandina hêzên xwe ji Lîbyayê re red kir û hişyarî da ku Lîbya nabe dergehê vegerandina dewleta osmanî ji welatê ereban re.

Komîteya Parastin û Ewlehiya Neteweyî ya Parlamantoya Lîbyayê ku bi fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Xelîfa Heftar re hevkar e di daxuyaniyekê de bang li dewletên Komkara Ereban kir ku lihevkirina parastina hevbeş a erebî aktîv bikin. Her wiha teqez kir ku Lîbya nabe dergeha vegera dewleta osmanî ji welatê erebî re. 

Komîteyê her wiha bang li Komkara Ereban kir ku bi mijara "Êrîşên Tirkiyê yên li dijî Lîbyayê" civîneke awaret li dar bixe da ku helwestekê ji nêzîkatiyên Tirkiyê re bigirin.

Serokkomarê Tirkiyê roja Duşemê ragihand ku welatê wê amade ye leşkerên xwe bişîne Lîbyayê eger hikumeta Wîfaq El-Wetenî bixwaze.

(şx)


Mijarên Din