Parlamenterê lîbyayî ji ANHA’yê re encamên rûniştina Binxazî eşkere kirin

Parlamenter û Serokê Komîteya Ewqafê ya Parlamentoyê Îbrahîm Dersî got rûniştina Binxazî bi beşdariya 23 parlamenter û serokatiya parlamentoyê ya duyemîn Dr. Hemîd Hewme pêk hat.

Dersî ji ANHA’yê re wiha eşkere kir: "Di rûniştinê de pêşkêşkirina îstîfakirina hikumeta Dr. Abdullah El-Senî hat nîqaşkirin. Lê hemû beşdaran îstîfakirin red kir. Her wiha me qanûna zanîngehan nîqaş kir."

Parlamenter Îbrahîm Dersî destnîşan kir ku ji aliyê endamê komîteya diyalogê ya li Boneznîqa a Mexribê Îsam El-Cehanî û endamê komîteya diyalogê ya destûrî li Qahîreyê dorgirtin hebû.

Dersî da zanîn ku bang ji bo sererastkirina Meclisa Parlamenter û vegera parlamentoyê ya civînê hat kirin. Ji ber dê sibe rûniştineke din bê lidarxistin.


Mijarên Din