Parlamenterekî Ewropa: Me rola xwe li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê baş nelîst

Parlamenterê Ewropayê Josef Weidenholzer anî ziman ku diviyabû parlamentoya Ewropayê roleke mezintir di piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîstiba û got: "Wekî parlamento diviyabû ku helwesta me ya li hemberî bûyerên li Efrînê xurtir baya, lê mixabin me rola xwe li hemberî êrîşên Tirkiyê lê gorî dihat xwestin pêk neanî."

Şandeyek Ewropayê bi serkêşiya endamê Parlamentoya Ewropyê yê nûnerê Austryayê û cîgorê Serokê Kutleya Partiya Sosyalîst a Demokratîk di parlamentoya Ewropayê Joseph Weidenhulzer û hejmareke rojnamevan û lêkolînerên Ewropayê di Deriyê Sêmalkayê de derbasî Bakurê Sûriyê bûn.

Endamên şandeyê li bajarê Qamişlo li gel hevserokên Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û Emel Dada û endamên girînendeyê hevdîtin kir.

Parlamenterê Ewropayê Joseph Weidenhulzer anî ziman ku diviyabû parlamentoya Ewropayê roleke mezintir di piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîstiba û got: "Wekî parlamento diviyabû ku helwesta me ya li hemberî bûyerên li Efrînê rû dan xurtir baye, lê mixabin me rola xwe li hemberî êrîşên Tirkiyê lê gorî dihat xwestin pêk neanî."

Joseph Weidenhulzer girîngiya destekdayîna bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîaşn kir û got: "Ji ber we li şûna tevahî mirovan şerê DAIŞ‘ê kir. Heger ew li çeteyên DAIŞ‘ê nexistiba wê rewşa cîhanê çawa be. Spas ji bo ku ew ji bo cîhan û mirovahiyê re kir."

Ebdulkerîm Umer û Emel Dada jî rewşa herêmê û mekanîzmeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kirin û diyar kirin ku herêmên nû hatin rizgarkirin, herî zêde pêwîstiya bi sererastkirinê heye. Hevserokan destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser bi hemû derfetan kar dike xizmetê pêşkêş bike, lê hewcedariya wê bi destekê heye.

Ebdulkerîm Umer bal kişand ku mûdaxeleyên rejîma Sûriyê û Rûsyê û Îranê gefa li ewlehiya herêmê dixwe û dosyaya girtiyên çeteyên DAIŞ‘ê ji rêveberiyê re bûye pirsgirêk.

Tê payîn ku şande dê gelek hevdîtinan bi berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

ANHA


Mijarên Din