Parlamenterekî misirî ji ANHA’yê re: Zirarên Tirkiyê yên li Watiyeyê Erdogan dîn kir

Endamê parlamantoya Misirê Mistefa Bekrî destnîşan kir ku ji ber zirarên Tirkiyê yên mezin ên li baregeha Watiyeyê, serokkomarê dewleta Tirk di nav şokê de ye.

Di encama êrişên asîmanî yên li dijî baregeha Watiyeyê de ku dewleta Tirk hêzên xwe tê de bi cih kirine, heta niha daxuyaniyekî fermî ji aliyan nehatibe dayîn jî, lê li gorî agahiyên ku ji aliyê gelek dezgehên çapemeniyê hatine parvekirin de tê îdîakirin ku serbazek payebilind jî di nav de hin eskerên tirk hatine kuştin.

Hikumeta Wîfaq a Lîbyayê ya bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac girêdayî hedefgirtina baregeha Watiyeyê li xwe mikur hat ku hêzên Wîfaqê bi alîkariya leşkerî ya Tirkiyê di Gulanê de baregeha Watiyeyê kontrol kiribû.

Têkildarî mijarê, parlamenterê Misirê Mistefa Bekrî di hevpeyvîneke taybet de ji ANHA’yê re wiha got: "Di wê êrişê de zirarên mezin gihîştin dewleta Tirk. Ji ber wê serokê Tirkiyê piştî ku agahî bihîstin, kete şokê."

Bekrî wiha domand: "Xewnên Erdogan dê di Lîbyayê de binax bibin. Axa ku berê bûye goristana wan, dê niha jî bibe goristana êrişkaran."

şx

ANHA


Mijarên Din