Parlamenterên fransî banga derxistina Tirkiyê ji NATO`yê kir

Çend parlamenterên fransî bang li hikumeta Fransa û Yekitiya Ewropayê kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û dewleta Tirk ji NATO`yê derxin.

60 parlamenterên di nava 8 komên parlamenteran de bi daxuyaniyekê ku ajansa Tas a Rûsî ragihand, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin û diyar kir ku ji dewletên demokrat ên Ewropayê, beramberî destewerdana ku zagonên navdewletî binpê dikin û tevliheviyê di nava herêmê de derdixin, paşguh kirine.

Her wiha parlamenteran bang li Fransa û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku yekser tevdîran li dijî êrîşên dewleta Tirk bigirin.

Parlamenteran bi bîr xist ku yek ji bergiriyan ew e ku endamtiya Tirkiyê di NATO`yê de were rawestandin, cezayên aborî yên wekî cezayên li ser Rûsyayê werin birîn, hemû cureyên destekdayîna ji Enqereyê re û diyalogên têkildarî beşdariya Tirkiyê li YE’yê werin rawestandin.

(eh)


Mijarên Din