Parlamentoya Erebî: Divê hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin

Parlamentoya Erebî diyar kir ku ew ji ber rewşên li Yemenê û bandora wê li ser rewşên mirovî û tenduristî li ser gelê Yemenê bi fikar in. Her wiha bang li tevahiya hêzên biyanî kir ku ji Lîbyayê derkevin.

Parlamentoya Erebî di daxuyaniyekê de piştî bidawîkirina civîna yekemîn a dewreya yekemîn, lihevkirina pevguherandin dîlgirtiyan di navbera hikumeta Yemenê ya rewa û koma Ensarullah a Hûsiyan de bi tevlêbûna Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ya ku nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths ragihandibû, bi erênî nixand.

Parlamentoyê banga pêwîstiya pêkanîna lihevkirinê û serbestberdana tevahiya dîlgirtiyan kir.

Her wiha parlamentoyê xetereya rewşa depoya petrolê ya Seravî Safer a li nêzî bendera Ras Îsa li bajarê Hudeyda li Deryayê Sor destnîşan kir û got dibe ev depo biteqe û milyon û sed hezar bermîl petrol di nav avê de belav bibe.

Her wiha parlamentoyê piştgiriya xwe ji mekanîzmeya ku Erebistana Siûdî di Tîrmeha borî de pêşkêş kiriye da ku lihevkirin Riyadê ya di navbera hikumeta Yemenê û meclisa demkî ya li başûr de, bi lez pêk were, piştrast kir.

Der barê rewşa Lîbyayê de parlamentoyê careke din piştgiriya xwe ji çareseriya siyasî ji aloziya welêt de bi şêwazekê ku serdestiya Lîbyayê û yekitiya wê diparêze, hebûna mudaxeleyên biyanî bi dawî dike.

Parlamentoya Erebî di daxuyaniya xwe de redkirina binpêkirina domdar a qedexeya derbaskirina çekan ji Lîbyayê re careke din dubare kir û banga derxistina tevahiya hêzên biyanî ji Lîbyayê û peydakirina çareseriyeke mayînde kir.

Parlamentoyê di daxuyaniya xwe de encamên diyaloga di navbera Parlamentoya Lîbyayê û Meclisa Bilind a Dewletê de ya ku di Îlona borî de li bajarê Boznika yê Mexribê li ser vexwendina Mexribê bi armanca pêşxistina çareseriya siyasî li welêt li dar ketiye, bi erênî nirxandin.

(şx)


Mijarên Din