Parlamentoya Erebî: Em amade ne piştgiriya Iraqê bikin

Parlamentoya Erebî bang kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk û binpêkirinên leşkerî yên li dijî sînorên Iraqê helwestekê nîşan bidin. Di heman demê de piştrast kir ku ew amade ye piştgirî û desteka navdewletî û herêmî ya pêwîst li dijî êrişên dewleta Tirk bike.

Serokê Parlemantoya Erebî  Mîşel Bîn Fahîm El-Silmî îro êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê şermezar kirin û ragihand ku ew bi Bexdayê re ne. Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  kir ku dawî li van êrişan bîne.

Dewleta Tirk herêma Sîdekanê Hewlêrê bi balafireke bêmirov bombebaran kir. Di encamê de gelek leşkerên Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn.

Serokê Parlamentoyê bal kişand ser ku kiryarên wiha li dijî serdestiya Iraqê xeternak in û hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî, qanûnên navdewletî û biryarên Konseya Ewlehiyê binpê dikin. Her wiha rêzê ji têkiliyên cîrantiyê re nagirin.

Parlamentoyê piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da û got ew ê ji bo rawestandina êrişên dubarekirî yên dewleta Tirk piştgiriya herêmî û navneteweyî kom bike.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku wê ji ber êrişên dewleta Tirk, serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu ya ku dihat payîn pêncşemê pêk were, betal kir û gazî balyozê Enqereyê yê Iraqê kir.

(eh)


Mijarên Din