539 endamên parlamentoya Ewropayê, rapora tevlêbûna Kroatya ya herêma Euro'yê erê kir. Di raporê de tê gotin ku Kroatyayê pêvanê tevlêbûna herêma Euro'yê pêk aniye. 45 parlamenteran li dijî biryarê dengê ''na'' dan û 47 jî dengên xwe bi kar neanîn.
Di raporê de hat diyarkirin ku ruxmî zehmetiyên ji ber şewba COVID-19 derketine û bandora destwerdana Rûsya li Ukraynayê, Kroatyayê amade ye ku tev li herêma Euro’yê bibe.
Di destpêka Hezîranê de, Komseriya Ewropayê biryar da ku Kroatya pîvanên pêwîst ên bikaranîna diraviya yekbûyî ya Ewropayê pêk anîn û amade ye di 1`ê Çileya 2023`yan de tev li herêma Euro'yê bibe.
(mh)
ANHA