​​​​​​​Parlamentoya Iraqê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê bang li NY'yê kir

Parlamentoya Iraqê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên domdar ên Tirkiyê re deyne.

Parlamenterê yekemîn ê serokê parlamentoyê Hesen Kerîm Keibî têkildarî bomebarana dewleta Tirk a li dijî herêma Sîdekanê ya girêdayî Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de fermandarekî artêşa Iraqê  hat kuştin, got: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê dibe ku zirarê bide têkiliyên dîrokî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de."

Keibî zêdegaviyên hêzên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û bang li balyozê dewleta Tirkiyê kir û peyama protestoyê ya tund radestî wî kir.

Keibî bal kişand ser ku zêdegaviyên dewleta Tirkiyê binpêkirina eşkere ya mîsaqa NY’yê, qanûnên navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ne. Li aliyekî din jî bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez destwerdana rawestandina binpêkirinên bênavber rawestînin.

(fr)


Mijarên Din