Parlamentoya Lîbyayê banga mudaxeleyê li Misirê kir

Tirkiyê agirbesta li Lîbyayê red kir û bang li hikumeta El-Serac kir ku Sirte û Cefrayê bixe bin serweriya xwe. Ji bo pêşî li pêşdeçûnên dewleta Tirk bên girtin parlamentoya Lîbyayê îro bang li hêzên Misirê kir ku mudaxele bikin ji bo ewlehiya nîştimanî ya Lîbya û Misirê biparêzin.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu duh di hevdîtinekê de wiha gotibû: "Hikumeta Wîfaqê ji agirbesta dê were ragihandin tu sûdê wernagire. Ji ber wê jî divê Wîfaq, Sirte û Cefrayê bixe bin serweriya xwe."

Çavuşoglu got heger diyalog bi bin bikevin, amadekariyên operasyoneke leşkerî ya mezin bi dawî bûne û tenê li benda derxistina biryarê ne.

Ji bo bersivdayîna gefên dewleta Tirk ku dixwaze bi alîkariya çeteyên sûrî berhemên gelê Lîbyayê kontrol bike û piştî lihevkirina bi hikûmeta El-Serac re, parlamentoya Lîbyayê îro bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Em ji bo xebatên di navbera Misir û Lîbyayê de ji bo parastina ewlehî û aramiya welatê me û herêmê, kêfxweş in."

(bx(


Mijarên Din