Parlamentoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomar kom dibe

Serokê Meclisa Nûneran a Lubnanê Nebîh Berî banga lidarxistina civîna hilbijartina serokkomar kir û tê payîn di 29`ê Îlonê de li dar bikeve.

Roja pêncşema bê (29`ê Îlonê) Meclisa Nûneran a Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomar dicive.

Li gorî tora Rûsya Today, ev yek li ser banga serokê parlamantoyê Nebîh Berî pêk tê, tevî ku heta niha jî lihevkirineke siyasî li ser namzetekî nîn e.

Li gorî destûrê, hilbijartina serokkomar bi dengdana piraniya ji sêyan du ya hejmara endamên parlamentoyê (128) anku bi dengdana 86 parlamenteran tê kirin. Di dewreya duyemîn de jî bi piraniya dengan anku bi dengdana 65 parlamenteran pêk tê.


Mijarên Din