Parlamentoya Tunisê dê îro çarenûsa Raşid El-Xenûşî diyar bike

Parlamentoya Tunisê dê îro birayareke dîrokî der barê vekişandina baweriyê ji serokê parlamentoyê Raşid El-Xenûşî de bide.

Rûniştina parlamantoyê piştî çend koman daxwaza vekişandina baweriyê ji Raşid El-Xenûşî kir, pêk hat. Sedema vekişandina baweriyê ew bû ku parlamento baş bi rê ve nedibir û li ser hesabê erkên serokkomar jî hewldana berfirehkirina erkên xwe dikir, her wiha hin guman hebûn ku xizmeta Îxwan El-Muslimîn û hevalbendên wê yên li derve (Tirkiye û Qeter) dike.

Ev rûniştin ji bo çarenûsa Raşid El-Xenûşî gaveke nû ye, ji ber bi xetereya dûrxistina ji serokatiya parlamentoyê, bidawîkirina pêvajoya wî ya siyasî û amadekariya ji sala 2011`an rû bi rû ye.

eh


Mijarên Din