Parlamentoya Tunisê serdana El-Xenoşî ya Tirkiyê nîqaş kir

Parlamentoya Tunisê îro nîqaşkirina serdana serokê tevgera El-Nehda û parlamenterê Tunisê Raşid El-Xenoşî ya Tirkiyê ya ku bûye sedema berteka gel, erê kir.

Piraniya endamên parlamentoya Tunisê der barê sûdewariya serdana dewleta Tirk de deng da û xist rojeva nîqaşê.

El-Xenoşî piştî rojekê ji redkirina parlamentoyê ya dayîna baweriyê ji serokê hikumeta erkdar Hebîb El-Cemlî re bi serokkomarê Tirkiyê re li Enqereyê hevdîtin çêkir, ew jî di nava metirsiyên destwerdana dewleta Tirk der barê kar û barên hundirîn ên Tunisê de pêk hat.

Serdan bû sedema gumanên mezin, nexasim jî El-Xenoşî der barê nîqaşa xwe ya bi Erdogan re tu agahî nedan û got wî serokkomarê Tirkiyê dîtiye heta ku pêşxistina li ser erebeya bikehrebe  çêbûye, pîroz bike. Vê hincetê jî kolana Tunisê îqna nekir.

Rexnegiran pirs kir ku gelo El-Xenoşî serdana Enqereyê ji bo ku Erdogan ji ber erebeyê pîroz bike yan ji bo guhdarîkirina fermanên der barê çawaniya tevgerîna siyasî di dema pêş de kiriye. Bi bilindbûna destwerdana dewleta Tirk û serîdanîna El-Xenoşî jê re wek rêxistinên Îxwan El-Muslimîn, hin çalakvanan banga kişandina baweriyê ji serokê parlamentoyê kir.

(fr)

 


Mijarên Din