NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Parlemana Îranê rê da ku tedbîrên hişk li dijî DYA’yê bidin

Ajansa Reutersê li ser zimanê televîzyona fermî ya Îranê diyar kir ku parlemana Îranê roja sêşemê biryarnameyek erê kir. Di biryarnameyê de tê xwestin ku bi awayekî tund bersiva DYA’yê bê dayîn.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump 8`ê Nîsanê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê xistibû nava lîsteya komên terorîst ên biyanî.

Tehranê jî berisa biryara Washingtonê da û di 15`ê Nîsanê de Fermandariya Navendî ya DYA’yê wek rêxistineke terorîst bi nav kir û diyar kir ku hikumeta DYA’yê terorê xwedî dike.

Kanala fermî ya Îranê di nûçeya xwe de têkildarî biryara parlemanê wiha got: "Projeya qanûnê rê dide ku hikumet tedbîrên pêwîst li dijî çalakiyên terorê yên hêzên DYA’yê bigire ku gefan li berjewendiyên Îranê dixwe. Divê hikumet tedbîrên qanûnî, siyasî û dîplomatîk pêk bîne da ku bersiva tedbîrên DYA’yê bide.”

Ajansa Tesnîm a Îranê jî ragihand ku parlemana Îranê madeya hejmar 1 a der barê bersivdayîna DYA’yê de erê kir.

(jo)

 


Mijarên Din