Parlementerekî Katalonyayê: Em ê zexteke siyasî li dewleta Tirk bikin

Parlementerekî herêma Katalonyayê serdana kampa Waşûkanî kir û diyar kir ku ji bo zexteke siyasî li ser dewleta Tirk were kirin ew kar û xebatê dikin, her wiha got ew têkildarî sûcên dewleta Tirk belgefilimekê amade dikin.

Îro şandeyeke ji Partî, Parlamanto û Şaredariyên Meclisa Herêma Katalonyayê ya Spanyayê serdana kampa Waşûkanî kir da ku ji nêz ve rewşa koçberên bişopîne.

Şande ji endamê parlamantoya Katalonyayê Ruben Wagensberg, şaredarê berê yê Capellades li Katalonyayê aleix Auber pêk dihat.

Li kampê hevserokatiya kampa Waşûkanî Stêra Reşik û endamê rêveberiya komîteya têkiliyan ya li kampê Riyad Merî pêşwaziya şandeyê kir.

Di hevpeyvînê de şandeyê û rêveberiya kampê der barê rewşa xizmetguzariyê ya li kampê, kesên li kampê dijîn, hejmara wan, rêxistinên ku alîkariyê pêşkêş dikin, axivîn.

Hevserokatiya kampa Waşûkanî Stêra Reşik diyar kir ku ji ber dibistan têra koçberên ji herêmên Serêkaniyê nedikir, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk neçar ma ku kampa Waşûkanî veke.

Kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwêna  yê 12 km dikeve rojavayê navenda bajarê Hesekê ye. Rûpera kampê 600 donim e. Li gorî hevseroaktiya kampê, di kampê de 14 hezar û 200 koçber hene û li ser 2 hezar û 387 malbatan hatine belavkirin.

Stêra Reşik da zanîn ku koçber zor û zehmetiyan dikişînin nexasim di demsala zivistanê de û rêxistinên heyî nabin alîkar . Her wiha got, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd pêwîstiyên koçberan dabîn kirin.

Stêra Reşik diyar kir ku li kampê pêkhateyên Kurd û Ereb hene û wiha pê de çû: "Li kampê du dibistan hatine vekirin û her pêkhateyek bi zimanê dayika xwe dixwîne, hejmara xwendekaran roj bi roj zêdetir dibe û pêwîstiya me bi dibistaneke din heye ku zarokan fêr bikin."

Stêra Reşik destnîşan kir ku rêxistinên rûxseta xwe ji Rêveberiya Xweser girtine hin pêwîstî ji koçberan re pêşkêş kirin, lê Komseriya Bilind a Penaberan li hemberî kampên din ên li herêmê yên wekî kampa Holê tu alîkarî ji kampê re pêşkêş nekirin.

Stêra Reşik bang li dewletên dost û yên ku bandora wan li dewleta Tirk heye kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji herêmên ku dagir kirine derkeve û bi garantiya navneteweyî koçber vegerin warên xwe. Di dawiyê de Stêra Reşik got tekane daxwaza koçberan vegera li herêm û malên xwe ye.

Ruben Wagensberg ji ANHA'yê re axivî û got  sedema serdana wan ji kampê re dîtina rewşa koçberan e û peydakirina çareseriyeke ne tenê li ser asta mirovî û rêxistinan, lê li ser asta siyasî ye jî.

Wagensberg da zanîn ku ew ê têkildarî sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk anîne belgefilimekê amade bikin û zextê li dewleta Tirk bikin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Gelê di Meclisa Katalonî de her tim nerazîbûnên xwe der barê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tînin ziman, her tim hevkariya di navbera dewleta Spanya û dewleta Tirk a li ser asta leşkerî şermezar dikin. Em bi êşa wan dihisin û ji bo vê yekê kar û xebatê dikin, em ê zexteke siyasî li artêşa Tirk bikin."

Paşê şande li kampê geriya da ku nêrînên koçberan bişopîne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din