Parlementoya Lîbyayê bang li DYA`yê kir

Serokê Parlementoya Lîbyayê Eqîle Salih nameyek ji serkretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û yek ji serokê Yekîtiya Afrîqayê yê dewreya heyî Serokê Misrê Abdullfetah Sîsî de barê "Destwerdana Tirkiyê" û binpêkirina serweriya Niştîmanî ya Lîbyayê, binpêkirina hevpeyaman NY`yê û biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî re, şand.

Li gorî Skya News berdevkê fermî yê parlementoyê Abdullah Belhîq ku Eqîle şermezarkirina meclisê ji destwerdana Tirkiyê re, destekdayîna komên çekdar û terorîst ên dervî qanûnê li dijî artêşa Wetenî, qeyd kir.

Her wiha di nameya xwe de tekez kir ku bidestxistina Terablûs, banka navendî ya Lîbyayê û saziyên dewletê ji aliyê fermandarên komên terorîst ve ku mal û milkên gel didizin û binpêkirin, revandin, revandina mirovan û dewlemendiyên Lîbiyayê, dikin. 

Her wiha got tiştekî ne normal e ku hêzên wan der barê vê yekê bê deng bimînin û destnîşan kir ku ne aqil û ne qanûn vê yekê qebûl nakin û tekez kir ku saziya leşkerî bingeha ewlehiya yekîtiyê li Lîbya, parastina destûrê ş saziyên dewletê ye.

Eqîle bang li Antonio Guterres û El-Sîsî kir ku der barê destwerdana Tirkiyê ku qanûn û hevpeymanên navdewltî binpê dike de tedbîrên pêwîst bigrin.

Dewleta Tirk, destekê dide hikumeta El-Sîrac li Terablûsê û çek û pereyan dide komên girêdayî wê. Artêşa Lîbyayê ya Wetenî berê jî çekên ku ji Tirkiyê ji milîsên li Terablûs û Misrata re dihatin şandin, girtin.

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê, di 4`ê Hezîranê de, ji bo bidestxistina paytexta Lîbyayê Terablûsê, dest bi hemleyekê kir.

(bx)


Mijarên Din