Partî û meclisên Tirbespiyê: Serhildana 12`ê Adarê çirûska şoreşa projeya demokratîk e

Partiyên siyasî û meclisên bajarokên navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyeke hevpar gotin: “Serhildana 12`ê Adarê bû destpêka xêzkirina projeya demokratîk û afirandina giyana şoreşgerî.”

Cîgirê hevserokatiya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet El-Hebîb li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê daxuyaniya hevpar a partiyên siyasî û meclisên bajarokên navçeya Tirbespiyê xwend.

Hikmet El-Hebîb di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hinek hêz hewl didin fîtne di navbera pêkhateyên herêmê de biafrînin. Lê ciwanên ku ew pêvajo birêve birine teqez kirin ku daxwazên tevahiya gelan yek in.

El-Hebîb got: “Serhildana 12`ê Adarê çirûska afirandina biharek şoreşgerî bû. Jê sûd girtin û lihember lîstokên parçekirina pêkhateyên herêmê sekinîn. Di encamê de projeyek demokratîk ku banga biratiya gelan dike hate afirandin, wek bersîvekê li dijî tevahiya komployên şofenîst. Da ku teqez bikin ku gel banga armancekê dike; aştî û jiyana hevpar.”

El-Hebîb di daxuyaniyê de daxuyaniyên serokê rêveberiya dewleta Sûriyê Beşar El-Esed şermezar kirin û got: "Ê ku bixwaze dîroka herêmê nas bike, divê serdana herêmê bike û pêkhateyên wê bibîne, ku çawa ji sedan salan ve bi hev re dijîn û li herêmê şax dane. Niha jî bûne yek û banga azadiyê dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din