Partî û rêxistinên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê banga piştgiriya QSD`ê kirin

Partî, hêzên siyasî û rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li şêniyên herêmê kirin ku piştgiriyê bidin QSD‘ê di berxwedana wê ya li dijî dagirkeriyê. Her wiha bang li civaka navdewletî û NY`î kirin ku êrîşa Tirkiyê rawestînin û Tirkiyê ceza bikin.

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku rewşa dawî ya piştî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê nîqaş bikin kom bûn.

Partiyan piştî civînê daxuyanî dan. Di daxuayaniyê de rola destanî ya şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk a li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên terorîst û parastina serdestiya Sûriyê hate silavkirin. Her wiha berxwedana destanî ya gelê herêmê bi hemû pêkhateyên neteweyî û civakî li hember êrîşa Tirkiyê diyar kirin. Partiyan keda mezin a gel li derveyî welêt silav kirin û girîngiya berxwedanê bi tevahiya rêbazan di vê pêvajoya dîrokî de destnîşan kirin.

Partiyan di daxwaziyê de bangewaziyên xwe rêz kirin:

1-Divê civaka navdewletî û NY`î erka xwe pêk bîne, êrîşên Tirkiyê rawestînin û Tirkiyê bi giranî ceza bikin. Her wiha hesab ji berpirsên sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li Efrînê û rojhilatê Firatê pêk tên were xwestin.

2-Armanca Tirkiyê ji vê êrîşê dagirkirina herêmê ye, têkbirina ewlehiya wê ye, her wiha belavkirina tevlihevî û şerê navxweyî ye. Di vî warî de em dîroka xwîndar a dewleta Osmanî û kirinên wê der heqê pêkhateyên gelên herêmê de Ermenî, Suryanî û Asûr bi bîr dixin.  Niha li ser me heman kirinên ku dewleta Osmanî di dîrokê de li dijî pêkhateyên gelê Sûriyê bi netew, ol islam, Xiristiyan, Êzidî, Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Ermen, Çerkez û Turkman pêk anîne dûbare dibin.

3-Rejîma Tirkiyê hertim di dirêjahiya salên aloziyê de desteka rêxistinên terorîst kir û ji van êrîşan vejandina DAIŞ`ê armanc dike ji bo ku cîhan hemû pê tehdîd bike û şantaj bike mîna ku Yekitiya Ewropayê bi kaxiza penaberan şantaj dike.

4-Pêwîsta rêxistinên NY`î bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hember koçberan rabin û bi lez tevahiya cureyên alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.

5-Spasiya El-Camiya El-Erebiyê liser helwesta wê ya rêzdar ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê dikin. Em hêvî dikin ku dewletên cîran li dû helwesta tirkî neçin ji ber ku di dawiyê de çaranûsa vî gelî, armanc û hêviyên wî yek in. Em spasiya tevahiya helwestên navdewletî yên ku êrîşa Tirkiyê red kirine dikin.

6-Wek hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku birayên me yê gelê Sûriyê tev li şerê Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan xemgîn in. Em bang li wan dikin ku karê xwe di êrîşan de berdewam nekin. Heta ku şêniyên heman gelî hev du nekujin. Ev dikeve xizmeta dijminê sitemker. Pêwîste gelê Sûriyê diyalogê wek berbijarkek wetenî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî ajandeyên herêmî bipejrînin.

7-Ji ber şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê têkoşer Hevrîn Xelef ya ku di hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye em sersaxî ji xwe û gelê xwe redixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku çiqas dikare ji Hêzên Sûriye Demokratîk hêzên rûmet û azadiyê re pêşkêş bikin da ku dewleta Tirk a faşîst û rêxistina wê ya terorîst a ku ewlehiya herêmê tev li hev dike bi qewrînin. Berxwedan rêya tekane  ya pêkanîn serkeftinê ye.

Partiyên daxuyanî dane ev:

Partiya Pêşeroja Sûriyê

Tevgera Guhertina a Demokratîk (Heyet El-Tensîq)

Partiya Yekitiya Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê

Partiya Çeper a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepger a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê

Tevgera Nûjen a Kurdistanê

Yekitiya Kedkarên Kurdistanê

Desteya Niştimanî ya Erebî

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê

Partiya Kesk a Kurdistanê

Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

Partiya Reform – Sûriya

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

Partiya Asur a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Netewî ya Azad-Rojava

Şepêla Pêşeroja Kurdistanê

Tevgera Civaka Demokratîk

Kongreya Star

Partiya Muhafizkarên Demokratîk

Partiya Têkoşîna Demokratîk

(şx)

ANHA


Mijarên Din