Partiya Aştiyê: Divê pêkhate hemû li kêleka QSD`ê bisekinin

Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe ava bikin û li rex QSD`ê bisekinin.

Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê têkildarî teqînên ku duh li bajarê Qamişlo çêbûne, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya partiyê wiha ye:

"Roja 11/11/2019 bi 3 teqînan bi rêya 2 erebeyên teqemeniyê û motorsîklêtekê bajarê Qamişlo hejiya. Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn û nêzî 40 kes birîndar bûn. Her wiha zirarên madî di mal û milkên şêniyan de pêk hatin.

Ev teqîn piştî çend seatan ji hedefgirtina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî pêk hatin. Çeteyên DAIŞ`ê Bidoyan û bavî wî li têketina bajarê Dêrazorê kirin hedefa, her du  ji bajarê Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn da ku serpereştiya lêkirina dêra li wir bikin.

Di demekê de ku hêzên dagirkeriya Tirkiyê û komên wê yên radîkal êrişên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, ev bûyer pêk tên. Ev yek têkiliyeke bihêz di navbera wan de dide diyarkirin, bi wê yekê hewl didin bi hemû awayî projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Diyar e ku armanca van kiryarên terorîstî têkbirina ewlehî û îstiqrara hebûna li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi taybet hedefgirtina sivîlên ji hemû pêkhateyan e. Ev yek nameye ku terorîst û yên desteka wan dikin û di serî de Tirkiyê ne tenê pêkhateyekê dikin armanca xwe, ew hemû pêkhateyên li herêmê dikin hedefa xwe. Her wiha kuştina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî mînaka wê ye.

Em wek Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, bi tundî û bi hemû dirûşman kiryarên terorîstî li bajarê Qamişlo şermezar dikin, bang Ii hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyê hev bigirin û li kêleka QSD`ê bisekinin. Her wiha bang li hemû hêzên kurdî dikin ku bi yekrêziyê li pêşiya dijmin bisekinin, her wiha nakokiyan deynin aliyekî û berjewendiyên Kurdan deynin pêşiya xwe.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdana lezgîn bikin da ku êrişa Tirkiyê têk bibin, ji ber ku êrişa Tirkiyê rê li ber vejandina DAIŞ`ê vedike. Ew yek keda QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî bi fermandariya DYA`yê di şerê terorîstan de bi bin dixe, her wiha ewlehiya li herêmê têk dibe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din