Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê konferansa xwe ya 4’emîn a li dar xist

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê konferansa xwe ya rêxistinî ya 4’emîn bi beşdariya 120 delegeyên ji herêma Cizîrê û bajarê Kobanê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di konferansê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm, nûnerên ji Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanî, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdistanî, Yekitiya Lîberal a Kurdistanî, Desteya Nîştimanî ya Ereb, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanî, PYD û 120 delegeyên ji Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê ya herêma Cizîrê û bajarê Kobanê amade bûn.

Di destpêka konferansê de hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Abduselam Mihemed pêşwaziya beşdaran kir û got: "Hedef ji lidarxistina konferansa salane ya partiya me, nîqaşkirina xebatên partiyê û derbaskirina astengiyên li pêşberî partiyê yên îsal in."

Mihemed diyar kir ku beşdarbûna partiyê ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re, gaveke dîrokî bû da ku endamên partiyê bêhtir nêzî civakê bibin. Her wiha bikarin nêrînên xwe bi hev re parve bikim û pirsgirêkên di hemû qadên civakê de derdikevin, çareser bikin.

Mihemed destnîşan kir ku xwedîderketina li bingehê neteweya demokratîk, serdemeke dîrokî bû. Li gorî derfetên kêm wan ji aliyên rêxistinî, siyasî, civakî, dîplomasî û aborî ve sûd wergirt ku hemû nêrîn, ol û pêkhateyan digire nava xwe.

Piştre endamê Desteya Siyasî ya Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Mislim Ebas wiha axivî: "Her aliyek navekî li gorî siyaseta xwe li xwe dike. Li ser van navan jî nîqaş çêdibin. Di şoreşê de her aliyek li gorî berjewendî û siyasetên xwe tev digire, tenê gel hesab dide û dibe qurbaniyên şeran."

Mislim ji bo kûrbûna aloziyê, rejîma Sûriyê berpirsyar nîşan da û wiha got: "Tiştê li Sûriyê diqewime berpirsyariya hikumeta Sûriyê û siyaseta wê ya zordar e. Ne ji zordariya dewletê bûya, gel li dijî vê rejîmê serî hilnedida. Eger ji bo mayîndebûna desthilata xwe çek û tundî bi kar neanîba, dê karesata Sûriyê nebûya."

Mislim bi domdarî wiha got: "Bi hezaran gelê Sûriyê hate kuştin û koçberkirin û gelek deverên Sûriyê wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablusê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. Dewleta dagirker çavkaniya sereke ya şandina bi hezaran terorîstên cîhanê ji bo Sûriyê ye da ku bike navenda şerên navdewletî."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen jî ji hemû partiyên siyasî xwest ku bigihîjin yek nêrînê û nakokiyên xwe yên partîtiyê deynin aliyekî û li ser maseyekê bi hev re rûnin. Her wiha berjewendiya gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî lidarxistina konferansê li endamên partiyê û beşdaran pîroz kir û hêvî kir ku biryarên girîng ên xizmeta gelê Kurd dikin û dibin bingeha yekkirina nêrînan, ji konfransê derkevin.

Hiso destnîşan kir ku konfrans di qonaxeke gelekî hesas de li dar dikeve. Ji aliyekî ve dewleta Tirk gefên xwe li ser herêmê didomîne û ji aliyê din ve gelê Kurd û pêkhateyên herêmê di xetereyê de ne.

Hiso bal kişand ser yekkirina refa kurdî û wiha got: "Yekkirina xîtaba kurdî di vê qonaxê de ji bo berjewendiya gelê Kurd û sekinandina li dijî gefên li ser herêmê û parastina destkefiyên me, pir girîng e."

Piştî axaftin bi dawî bûn, partiyên siyasî pîroznameyên ji bo lidarketina 4`emîn konfransa Partiya Aştiya Demokrat a Kudistanê xwendin. Piştre konfrans li pêş çapemeniyê girtî derbas bû û rewşa rêxistinî ya salekê hate nîqaşkirin.

Tê payîn ku sibê daxuyaniya bidawîkirinê bê dayîn û biryarên ku ji konferansê derketine, bên ragihandin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din