NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Partiya Aştiya Demokratîk banga parastina destkeftiyên şoreşê kir

Partiya Aştiya Demokratîk Kurdistanê daxuyaniya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê da û got, destkeftiyên şoreşê bi îradeya azad a pêkhateyên herêmê û fedekariya bi hezaran şehîdan pêk hat.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê der barê salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê de  daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin"Xwepêşandanên gel (Şoreşa) li Sûriyê ya li hembeî rejîmê di navîna Adara 2011‘an dest pê kir. Şoreşê banga azadî, demokrasî, jiyana bi rumet û xilasbûna ji hukmê desthikdariyê kir. Ev daxwazên gel daxwazên rewa ne û hêjaya ye ku ji bo pêkanîna wan xebat were kirin, nemaze ku pergala rêveberek di dirêjahiya desthildariya xwe siyaseta inkarkirin, pişaftin û neqebûlkirina aliyên din dida meşandin.

Şoreşa ku aştiyane destpê kir, ji ber destdirêjiya rejîmê û destwerdanên aliyên herêmî û navdewletî veguherî xeta çekdarî. Rejîmê bi hemû rêbazan hewl dan vê şoreşê ji xeta xwe ya aştiyane veguherîne xeta leşkerî.

Bi vê wateyê ev tevger êdî berdevkê gelê Sûriyê û armancê wê nema, lê belê bû berdevkê dewletên mûdaxelker ên ji berjewendiyên xwe dixebitin. Êdî xelkê Sûriyê di bin banê bi hezaran teşkîleyên leşkerî de şer dikin, texmîn dikin ku ew ji azadiya xwe şer dikin, lê ya rast ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên derve şer dikin, bi taybet Tirkiyê û Îranê.

Li gel şer û wêrankirin, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) xeta sêyemîn a dûrî pevçûna li ser desthilatdariyê û şerê ji bo berjewendiyên dewletên din pejirand. Hemû hewldan hate kirin da ku ijyana aştiyane, biratî û demokratîk pêk bîne. Rêveberiyên  xweseriya demokratîk û meclisên leşkerî di bin sîwanekê de ava kir da ku xaka herêmê û nirxên azadî û demokrasiyê biparêze. Ev rêveberî modêleke aktîv e ku dikare ji aloziya Sûriyê re bibe çareserî û bi elaqeyeke cîhanî hate qebûlkirin.

Gava dîrokî di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de ji Kobanê keleha berxweadana li hemberî terorê bi rizgarkirina bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saziyên rêjîmê ji Kobanê dest pê kir. Ev pêngava dîrokî pêngava şoreşeke rastîn di hemû aliyê xwe de, siyasî, rêveberî, fikrî, civakî, çandî û leşkerî ..hwd. Her wiha pêngava rastîn a avakirina welatekî azad, civakeke demokratîk hevgirtin e.

Ji ber ku Şoreşa 19‘ê Tîrmehê rûyê rast ê şoreşê ye, li dijî wê êrîşên û hewldanên reşkirinê ji aliyê aliyên ku çareseriyê li herêmê naxwazin hatin kirin. Aliyên li dijî şoreşê hewl didin herêmê di çirava xwînê û wêranbûnê de bimînee. Bi taybet Tirkiyê ji destpêkê ve hewl de bi rêya komên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra tecrûbeya demokratîk têk bibe. Piştî têkçûna hewldanên wê yên bi rêya terorîst vê care bi xwe destwerdan kir  û hin herêmên Bakurê Sûriyê Sûriyê wekî Bab, Ezaz, Cerablus û Efrîn dagir kirin û gefên dagirkirinê li herêmên din dixwe.

Bi wesîleya salvegera 7‘emîn a şoreşê em Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê destpêkê li malbatên şehîdan, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên leşkerî û rêveberiya xweser pîroz dikin

Em teqez dikin ku bi îradeya azad a pêkhateyên herêmê û hevgirtiya wan ev serkeftin pêk hat. Em bang li hemû pêkhateyan dikin ku bi yekrêzî li hemberî plan û komployên dagirkirin û derxistina tevliheviyê û têkbirîna ewlehiya herêmê  bisekinin. Destkeftiyên şoreşê bi saya xwîna bi hezaran şehîdan hatin bidestxistin, divê her kes xwedî lê derkeve û biparêze."

ANHA


Mijarên Din