Partiya Aştiya Demoratîk buroya xwe li Tirbespiyê vekir

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi merasîmekê buroya xwe li navçeya Tirbespiyê vekir.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê buroyek li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li rexê çerxerêya Azadî buroyek vekir. Di merasîma vekirina buroyê de, şêniyên navçeyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên navçveyê û Meclisa Malbatên Şehîdan, amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Partiya Aştiya Demoratîk a Kurdistanê Telal Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir û îşaret pê kir ku Partiya Aştiyê ji destpêka şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve xwedî li felsefeya neteweya demokratîk derkeftiye û ji xwe rêgezekê derketiye ku bang li aştî, biratî û aferandina civaka azad a demokratîk dike.

Telal Mihemed tekez kir ku endamên Partiya Aştiyê tev partiyên siyasî yên dîtir, saziyên sivîl di  damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Meclisa Sûriye Demokratîk beşdar bûne, da ku ji çareseriya Sûriyê re û bidawîkirina nakokiyê bibe modela.

Serkreterê Giştî ya Desteya Neteweyî ya Ereb Hikmet Hebîb axivî û vekirina buroyê li navçeya Tirbespiyê li Partiya Aştiyê pîroz kir. Her wiha Hebîb ji Partiya Aştiyê hêvî kir ku bi partiyên din li navçeyê re di avakirina Sûriyeke demorkatîk ne navendî de bibe destek.

Dûvre dayika şehîd Hemodê Tirbespiyê û hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê deriyê buroyê vekir.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 buro vekirin û li Herêma Cizîrê buroya 7’emîn hatiye vekirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din