Partiya Çepgir a Kurd avakirina ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de red kir

Partiya Çepgir a Kurd di pîrozbahiya salvegera 54‘an a damezrandina partiyê de diyar kir ku partî avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê de red kir.

Li bajarê Kobanê salvegera 54‘an a damezrandina Partiya Çepir a Kurd bi şahiyekî hate pîrozkirin.

Şahî li hola Firatê ya bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi dehan endamên Partiya Çepgir a Kurd, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate lidarxistin.

Di şahiyê de peyama Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd a bi wesîleya salvegera partiyê ji aliyê endamê partiyê Hisên El-Elo ve hate xwendin. Di peyamê de hate gotin, Partiya Çepgir a Kurd nêzî êşa gelê Kurd bû û bi partiyên din ên li Rojava roleke sereke di pêxistina projeya Rêveberiya Xweser de lîst. Partiyê di peyamana xwe de got ew avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriyê Tirkiyê de red dike û piştevaniya xwe bi hêzên leşkerî yê herêmê re destnîşan kir.

Her wiha peyamên pîrozbahiya salvegera partiyê hatin xwendin.

Şahî di saetan dewam kir û bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din