Partiya Kesk: 19‘ê Tîrmehê şoreşa avakirina mirovê şoreşger e

Partiya Kesk a Kurdistanê Şoreşa 19‘ê Tîrmehê li gelê herêmê pîroz kir û got: "19‘ê Tîrmehê şoreşa avakirina mirovê şoreşger ê demokratîk e.

Partiya Kesk a Kurdistanê bi wesîleya salvegera 8‘an Şoreşa 19‘ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî sala xwe ya 8‘an dibe. Şoreş 19‘ê Tîrmeha 2012‘an ji kobanê ew bajarê biçûkê yê layiqî navê berxwedana li dijî terora cîhanê bû, dest pê kir.

Ev şoreş di nava 7 salan de dikarîbû Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar bikin, di 23‘yê Adara îsal de terora li Baxozê tine kir. Her wiha rejîma Baas a şofonîst a li hemberî gelê Kurd bi taybet û Sûriyê bi giştî desthildarî dimeşand tine kir.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyên xweseriya demokratîk û rêveberiyên sivîl ên demokratîk ava kirin, xizmet pêşkêşî hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî cûdabûn kir. Bi hezaran koçber û penaber pêşwazî kir, tevî amargoya ji her aliyan ve rewşa sivîl, aborî û ekolojî bi rêxistin kir.

Şoreşa 19‘ê Tîrmehê di her qadan de siyasî, leşkerî, civakî, çandî û xizmetguzarî de şoreke temam e, qada herî girîng avakirina mirovê şoreşger, demokratîk, berxwedêr û parêzvanê welat e. Şoreşê azadiya jin, wekheviya herdu zayendan û pêşengtiya ciwanan pêk anî.

Em Partiya Kesek a Kurdistanê vê şoreşê li gelê xwe yê berxwedêr pîroz dikin, di heman demê de teqez dikin ku em beşek ji çeperên berxwedanê yên Rojavayê Kurdsitanê, lê belê li hemû parçeyên Kurdistanê ye ku nayê dabeşkirin. Em wefedarên şehîdên azadiyê yên Kurdistanê û tevahî cîhanê bin.

Her wiha em kiryarên dewleta Tirk û dûvikên wê yên li ser herêma Efrîna berxwedêr şermezar dikin û ji wan re dibêjin Efrînê wê rizgar bibe, dîsa jî em êrîşên wan ên li ser Başûrê Kurdistanê û tevgera rizgariya Kurdistanê şermezar dikin.

Em beşdarkirina hêzên Tirk di rêvebirina herêma ewle ku were avakirin de, red dikin.

Em bang li Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê dikin ku QSD‘ê wekî hêza xwe ya bejayî esas bigire û Rêveberiya Xweser jî wekî nûnerê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîne û beşdarî danûstandinên Cinêvê ya çareseriya aştiye li Sûriyê wekî aliyê sêyemîn bike. Em bang dikin ku ji bo darizandina endamên DAIŞ‘ê di dadgeheke navdewletî li herêmên Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite."

ANHA


Mijarên Din