Partiya Kesk a Kurdistanê banga KNK`ê erê kir

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê teqez kir ku wan banga KNK`ê erê kir û îşaret bi girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê kir û got "Divê ji bo rawestandina gefên Tirkiyê seferberî bê ragihandin."

KNK’ê bi rêya daxuyaniyekê di civîna xwe ya di 27`ê Tîrmehê de li Brukselê hate lidarxistin, bangeke lezgîn ji partî û hêzên Kurdistanê re kir da ku di zûtirîn dem de li hev bicivin û bigihîjin nêrîn û helwesteke hevpar li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji Kurdistanê re.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê dibîne ku banga KNK`ê di demeke guncaw de hatiye da ku refa xwe li dijî gefên Tirkiyê bikin yek û wiha got: "Herêmên Kurd di pêvajoya heyî de rastî gefên mezin û xeternak tên."

Divê kongreya neteweyî ya Kurdistanê di zûtirîn demê de bê lidarxistin

Luqman Ehmê da zanîn Partiya Kesk a Kurdistanê yek ji partiyên Kurd ku banga KNK`ê erê dike û bang li hemû aliyên Kurd kir ku di zûtirîn demê de kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin û wiha got: "Divê kongreya neteweyî îro beriya sibê bê lidarxistin, da ku li pêşiya gefên ku rastî herêmê tên, bisekinin."

Ehmê îşaret bi girîngiya derketina hemû aliyên li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi helwestên zelal û vekirî li hemberî gefên Tirkiyê û wiha got: "Ji ber ku armanc ji wan gefan dagirkirina xaka Kurdistanê û têkbirina gelê Kurd e."

Divê ji bo rawestandina êrîş û gefan seferberî bê ragihandin

Ehmê bang li hemû aliyên û partiyên siyasî yên Kurd kir ku gefên Tirkiyê ji raya giştî re parve bikin û seferberiyê ragihînin, ji bo ku ew gef û êrîş bên sekinandin û wiha got: "Divê hemû alî û partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl dengê xwe bilind bikin û dagirkeriya Tirkiyê red bikin."

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê diyar kir ku Tirkiyê xetereyê ser Kurdistan û projeyên kurdî çêdike, bi rêya desteka xwe ji komên çete mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra û wiha got: "Tirkiyê ewlehî û îstîqrara herêmên Kurdistanê dike, hedefa xwe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din