Partiya Kesk a Kurdistanê bi boneya salvegera serhildana Qamişlo daxuyanî da

Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyanî li ser serhildana Qamişlo ya ji beriya 16 salan pîroz kir û got, serhildan a kêmnetewên ji bo mafê xwe têkoşiyan bû.

Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyanî li ser serhildana Qamişlo ya ji beriya 16 salan daxuyanî da û got, serhildan a kêmnetewên ji bo mafê xwe têkoşiyan bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro salvegera 16`an a serhildana Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîma Sûriyê ya zordest e. Rejîma ku rojekê bi mafên kêmneteweyan îtîraf nekir û nehişt aliyê din nêrîna xwe ya siyasî yan jî di warên din de bide.

Ev rejîm hewl dide fîtneyê di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de belav bike. Ev siyaset bû sedema sereke ya aloziyê. Her wiha ji destpêka ku Sûriyê birêve dibe jiyana siyasî asteng kir.

Wek Partiya Kesk a Kurdistanê em vê serhildanê pîroz dikin. ev serhildana ku benda tirsê ya gelê me şikand. Piştre rê li pêşiya avakirna rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdisatnê û bakur û rojhilatê Sûriyê vekir. Di heman demê de em rejîma Sûriyê û alîgirên wê şermezar dikin. Her wiha em soza şopandina rêya têkoşînê heya pêkanîna tevahiya mafên gelê xwe didin. Da ku bigihêjin Sûriyeyek demokratîk û ne navendî."

 ANHA

 


Mijarên Din