Partiya Kesk a Kurdistanê: Divê fişar li Tirkiyê were kirin

Partiya Kes a Kurdistanê bang li rêxistinên niqûqî û Neteweyên Yekbûyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku Ocalan veguherîne cihekî ewle û rê bide parêzeran ku serdana wî bike.

Têkildarî şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Desthilatdariya faşîzm a Tirkiyê tecrîdek girankirî li ser birêz Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û hewl da gelek caran jiyana wî bixin xeteriyek cîdî.

Vaye niha jî bi şewata li girava Îmraliyê ya tecrîdkirî ku Rêber Gelê Kurd lê girtî ye jiyana rêbertî carek din dixe xeteriyê, dibe ku ev yek palan kiriye.

Em bang li rêxistinên hiqûqî yên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku fişarî li dewleta Tirk bike ji bo ku Ocalan bibe cihekî ewle û destûr bide parêzeran ku serdana wî bikin da ku der barê tenduristî û selamtiya wî û hevalên wî yên girtî daxuyaniyekî bidin gelê Kurd."

ANHA

 


Mijarên Din