Partiya Kesk a Kurdistanî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin

Partiya Kesk a Kurdistanî êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya erdnîgariya Kurdistanê şermezar kirin

Artêşa Tirk a dagirker careke din bi hemû hêza xwe êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê dike. Hêzên gerîlayên Kurdistanê jî bersiva êrîşan didin û derbeyên giran li artêşa dagirker dixin.

Têkildarî mijarê Partiya Kesk a Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên Tirkiyê yên li ser erdnîgariya Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate got ku Tirkiye niha hewl dide bi rêya êrîşên leşkerî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dengê rastiyê yê ku parastina mafên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û her derê bibire.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek Partiya Kesk a Kurdistanî êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya erdnîgariya Kurdistanê şermezar dikin. Di heman demê de em bang li gelê xwe û hêzên nîştimanî dikin ku li rex tevgera azadiya Kurdistanê û hêza wê ya leşkerî gerîla bisekinin da ku bersiva van êrîşên hovane bidin. Her wiha van êrîşan jî têk bibin, çawa ku berê ew êrîş hatin têkbirin. Her wiha em bang li dewleta Tirk dikin ku vegere pêvajoya aştiyê bi tevgera azadiya Kurdistanê re û mafên rewa yên gelê Kurd li ser axa wî ya dîrokî nas bike.”

(kc)


Mijarên Din