Partiya Lîwa ya Sûrî: Hikumeta Şamê tênagihêje û dixwaze alozî li Siwêdayê bidome

Endamê Polîtboruya Partiya Lîwa ya Sûrî ya li Siwêdayî da zanîn ku nakokiya li herêma başûrê Sûriyê bi dawî nabe, ji ber ku hikumeta Şamê tênegihîştiye û tu tawîz nedan ku sûrî bibin xwedî jiyaneke azad û rûmet. Her wiha got, divê welatiyên herêmê, bi xwe herêmê bi rê ve bibin heta çareseriyek ji tevahî sûriyan were dîtin.

Li parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyê, di hefteya borî de nakokiyeke mezin û şer di navbera tevgera "Rîcal El-Keramê" ya herêmî û komên çekdar ên bi ser hikumeta Şamê ve rû dan.

Beriya van rûdanan provokasyonên ewlehiyê li gelek herêmên Siwêdayê  hebû. Heman demê rêya Şam- Siwêda û rêyên din ku dighêjin navenda bajarê Siwêdayê hatin girtin. Ev bûyer piştî girtina hejmarek ciwanên herma Şehba ya Siwêdayî ji aliyê "Hêzên Fecir" yên girêdayî ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê ve rû dan.

Di bûyerên dawî yên li Siwêdayê 24 hatin kuştin, ji wan 17 ji koma "Racî Felhût" in û ji nav wan 7 di rewşên nediyar de hatin qetilkirin, her wiha 7 jî ji çekdarên xwecehî yên êrişkar in ku êrişî navendên "Felhût" ên li bajarokên Selîm û Etêl kirine. Her wiha 40 kes jî birîndar bûn û rewşa hinekan giran e.

Têkildarî mijarê endamê Polîtboruya Partiya Lîwa ya Sûrî ya li Siwêdayê Ekrem Cibayî, ji ajansa me re axivî.

SERHILDANA ŞÊNIYÊN SIWÊDAYÊ

Ekrem Cibayî wiha got: "Ya ku qewimî serhildana şêniyên parêzgeha Siwêdayê li dijî kiryar û sûcên îstîxbarata leşkerî ya girêdayî hikumeta Şamê ya li dijî welatiyan bû. Ji wê zêdetir serhildana li dijî zêdegaviyên Îranê bû ku Racî Felhût yek ji berpirsên wê li Siwêdayê bû.Yek ji girîngtirîn encamên vê serhildanê, têkbirina girîngtirîn xelekên tora girêdayî îstîxbaratên leşkerî û Îranê li Siwêdayê bû.

REWŞA ALOZ BI DAWÎ NEBÛ

Ev ne cara yekemîn e ku nakokî li vê herêma başûr çêdibe. Bi destpêkirina krîza Sûriyê re û veguherandina tevgera gel ber bi alaveke ji bo xizmetkirina ajandeyên derve, welatiyên Siwêdayê bi rêya avakirina partiyên siyasî û hêzên herêmî xeta sêyemîn hilbijart. Ev weke gava destpêkê ya pêkanîna hêviyên welatiyên Siwêdayê bû ku rêveberiya xweser, mîna ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin.

Daxwaz û hêviyên xelkê Siwêdayî ji bo rejîma Şamê tirs û fikaran çêdike, ji ber vê yekê rejîm hewl dide bi rêya komên çekdar aloziyan derxîne.”

Der barê bûyeran de, Ekrem Cibayî ev yek got: "Nakokî bi dawî nebûne, ji ber koma Racî Felhût a girêdayî şaxê îstîxbaratên leşkerî û Îranê xwedî dûvikên li Siwêdayî belav bûne. Ew toreke li bakurê Siwêdayê heta bi başûrê wê belav bûye."

HIKUMETA ŞAMÊ TÊNAGIHÊJE Û XWEDÎ HEMAN ZIHNIYETA BERÊ YE

Cibayî daxuyand ku hikumeta Şamê berpirsê bêîstîqrariyê ye û ev tişt anî ziman: "Sedem  saziyên ewlehî ne û bi awayekî nepenî Îranê li pişt e ku bi şev û roj hewl didin tevlihevî li Siwêdayê çêbe."

Cibayî ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: "Piştî serhildana çêbûye, hikumeta Şamê lez kir ku dev ji Felhût bi rêya Lona El-Şibil ku şêwirmenda Esed e, berde. Ev jî nîşaneya tirsa hikumeta Şamê ya sekna li hember çi serhildana li Siwêdayê ye. Rola mezin a hikumeta Şamê, nakokî berdewam bikin, ji ber çetetî afirîneriya wê ya ku bi wan jî li dijî welatiyên parêzgehê bisekine û tevliheviyeke ewlehî li Siwêdayê hebe."

Endamê Polîtboruya Partiya Lîwa ya Sûrî Ekrem Cibayî diyar kir ku hikumeta Şamê tênagihêje, ji ber ku ji zêdetirî 50 salî ye tênegihîşt û rojekê gav neavêt û tawîz nedan, da ku gelê Sûriyê bibe xwedî jiyaneke azad û rûmet.

Cibayî her wiha got, ji berjewendiya hikumeta Şamê ye ku rewş li herêmên di bin serweriya wê de, Siwêda jî di nav de tevlihev bimîne û hewl dide rûyê parêzgehê li hember parêzgehên din reş bike. Ev jî bandorê li yekitiya Sûriyê dike.

'YA TÊ XWESTIN, ÇARESERIYEKE SIYASÎ YE KU HEMÛ SÛRIYAN RAZÎ BIKE'

Têkildarî gavên pêş, endamê Polîtburoya Partiya Lîwa ya Sûrî Ekrem Cibayî di dawiyê de got: "Tevgera li Siwêdayê di bingeh de aştî ye û hin hewldan hene ku krîz û pirsgirêkên li Siwêdayê bêyî herkîna xwînê were rijandin, bi çareseriyên aştiyane bi dawî bibin. Çareseriya guncaw ew e ku welatî bi xwe parêzgeha xwe bi rêve bibin heta ku li ser çareseriyeke siyasî ya giştî lihevkirin çêdibe ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê jê razî bin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din