Partiya Muhafezekar:Divê em şerê terorê bikin

Partiya Muhafezekarên Demokratîk dagirkeriya Tirkiyê ya li herêmên Efrîn, Cerablûs, Ezaz û Babê şermezar kirin  û wiha got: "Em rê nadin tu dewletan ku êrîşî xak û gelên me bike. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku em ser vê xakê bira ne, êş û kêfa me yeke."

Partiya Muhafezekarên Demokratîk li navçeya Til Hemîs li dijî şerê ku hin alî li dijî destkeftiyên gelên herêmê û ewlehiya dikin,  çalakiyek bi beşariya endamên saziyên sivîl û endamên partiyê li pêşiya buroya partiyê lidar xist.

Nûnerê buroya Partiya Muhafezekarên Demokratîk ê li navçeya Til Hemîsê Ferec Hemûd Îbrahîm di çalakiyê  de got:"Em li dijî hemû awayên regezperest fikirî, olî, taifî û etinkî ne.Divê ji bo hevpariya axê, girîngiya yekrêziyê û hemû pêkhatiyên civakê bi berpirsyariya xwe rabin kir.”

Hemûd di dewama axaftina xwe de hemû kiryar û nijadperestiyên ku hewldanên parçekirinê dikin şermezar kir û wiha anî ziman:"Kiryarên plankirî yên demên dawîn ku agir bi zadan dixistin, vîn û israra me zêdetir kir di heman demê de hevgirêdana di navbera gelan de li vî welatî xurtir kir."  

Hemûd di dewama axaftina xwe de dagirkirina Tirkiyê ya li ser herêmên Sûriyê yên wekî; Efrîn, Cerablûs, Ezaz û Bab re şermezar kir û wiha pê de çû:"Em rê nadin tu dewletan ku êrîşî xak û gelên me bikin, her wiha em ji cîhanê re dibêjn ku di vî welatî de êş û kêfa me yek e."

Her wiha Endama buroya Partiya Muhafezekarên Demokratîk a girdayî navçeya Til Hemîsê Hebda El-Mezal di çalakiyê de axivî û got: "Ewropa dixwaze Sûriyê ji terorîstên ku ji me re şandin, ku di serî de terora Tirkiyê ku li Efrînê bi cih bûye, bike qurban. Ji ber vê yekê da ku baregehên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê ava bikin, rûdanên wekî şewitandina zeviyên çandiniyê û rakirina darên zeytûnan pêk anîn."

Hebda di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên şewatê yên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin û got: “Divê li dijî vê terorîzma navdewtetî bisekirin, her wiha da ku em civakak nû ava bikin, divê em xwedî vînek xurt û azad bin."

Çalakî  bi sloganên ‘Bijî Sûriyaya azad û demokratîk’,'Sûriyê ji hemû kesên sûrî re ye’ bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din