Partiya Nûjenî û Demokratî ya Sûriyê desteserkirina şaredariyên Bakur şermezar kir

Partiya Nûjenî û Demokratî ya Sûriyê diyar kir ku desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê bi destê hikumeta Tirk, binpêkirina îradeya gel e.

Beriya çend rojan, hikumeta Tirk dest danî ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê. Ev gav li hundirê Kurdistanê, Ewropa û gelek deverên cîhanê rastî nerazîbûnê hat.

Der barê mijarê de, Partiya Modernîte û Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên Tirkiyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Partiya Nûjenî û Demokratî ya Sûriyê ku her tim li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li Sûriyê derdikeve, ji dagirkirin û erêkirina ji komên radîkal re û amadekariya ji tecrubeya civaka demokratîk ku li Bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê pêk tê, bi tundî binpêkirinên Tirkiyê şermerzar dike, her wiha desteka xwe bi serokên van şaredariyan re radigihîne, wan kesên ku malbat û gelê wan ew bi îradeya xwe kirin kefîl da ku wan bajaran bi rê ve bibin."

 


Mijarên Din