Partiya Nûjen li dijî dûrxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xebatên destûra nû meşiya

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi meşekê, dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê ji xebata destûra nû ya Sûriyê şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku li gorî qanûnên navneteweyî bi erkên xwe rabin.

Ji bo şermezarkirina dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nivîsandina destûra Sûriyê ya nû, îro Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê li pêşiya avahiya komseriya NY`yê ya li bajarê Qamişlo meşek li dar xist.

Di meşê de bi dehan endamên partiyê û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd û Suryan amade bûn, beşdaran pankartên "Beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di forma destûrê de mîsogeriya yekbûna Sûriyê ye" û "Destûra ku bi destên derve tê çêkirin, welêt parçe dike" hildan.

Parêzer Mahêr El-Temran di meşê de daxuyaniyek bi navê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê da û wiha got: "Em redkirina nûnerên xwe ji xebata destûrê ku bi zexta dagirkeriya Tirk pêk hat, red dikin. Em ji civakên navneteweyî dixwazin ku li gorî qanûnên navneteweyî bi erka xwe rabin û daxwaz dikin ku biryarên navneteweyî yên girêdayî rewşa Sûriyê pêk bîne. Bêyî me çareserî pêk nayê.”

Partiya Nûjen û Demokratîk da zanîn ku meşa wan ji bo parastina demokrasiya peymana civakî ya Sûriyê ye, her wiha ji bo aştiya çareseriyê ye û wiha got: "Yê ku pêkhateyên civaka Rêveberiya Xweser û hêza wê dûr dixe, ew hêza ku çareserî, peydakirina ewlehiyê û aştiyê ji civaka me Sûriyê re dûr dixe."

Partiyê bi rêya daxuyaniyê da xuyakirin ku dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xebata destûrê, gefan li her gaveke ku civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina êşa Sûriyê dixwe, her wiha gefan li biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2254’an jî dixwe.”

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê destnîşan kir ku dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xebata siyasî encama zextên Tirkiyê ku xaka Sûriyê niha dagir dike û da xuyakirin ku armanc ji wê yekê dorpêçkirina tecrubeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftinên wê ye.”

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ji NY`yê jî daxwaz kir ku li gorî zagonên navneteweyî bi erkên xwe rabin û biryarên navneteweyî yên girêdayî rewşa Sûriyê baş pêk bînin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din