Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya Hesekê li dar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi armanca lidarxistina kongreya xwe ya giştî, îro li ser asta kantona Hesekê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Partî dê meha Nîsanê kongreya xwe ya giştî li dar bixe.

Kongre li Hola Nuxbê ya bajarê Hesekê bi bin dirûşma "Sûriyeke demokratîk û nenavendî, mîsogerkirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya QSD`ê" li dar ket.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi armanca lidarxistina kongreya xwe yê giştî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzekongreyan li dar dixe.

120 delegeyên ji bajarên Serêkaniyê, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê, her wiha rûpsiyên eşîrên Kurd û Ereb, partiyên siyasî, QSD û endamên saziyên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Serokê nivîsgeha birêxistinkirina partiyê şaxê Cizîrê Salih Zoba di destpêkê de perspektîfên siyasî û rêxistinî xwendin.

Zoba bal kişand ser ku dewlata Tirk bi rêya dagirkirina xaka wan hewldana têkbirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, her wiha hikumeta Sûriyê jî bi rêya hempîşeyên xwe hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de dike. Zoba diyar kir ku di şer de bi armanca avakirina partiyê hem di nava civakê de û hem jî di qada navdewletî de, wan gelek gavên mezin avêtin.

Li milekî din jî serokê nivîsgeha Partiya Pêşerojê pya Sûriyê Samir Kebro got partiya wan li ser esasê nenavendîbûn û pirrengiyê hatiye avakirin, her wiha hemû pêkhateyan digire nava xwe.

Paşê raporên partiyê yên bajarê Hesekê hatin xwendin û çalakiyên komîteya partiyê şaxê bajêr hatin nîqaşkirin. Kongre bi hilbijatina meclisa giştî ya partiyê şaxê Hesekê bi dawî bû. Meclis ji 21 endamên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê pêk tê.

Tê payîn ku ji nava 21 endaman serok û cîgirê şaxê Hesekê werin hilbijartin, paşê dê beşdarî kongreya giştî ya ku dê meha Nîsanê were lidarxistin, bibin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din