Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya li ser asta Kantona Kobanê lidar xist

Meclisa navçeya Kobanê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê 1`emîn kongreya xwe bi tevlibûna 200 delegeyan lidar xist. Kongre li avahiya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê lidar ket. Di kongreyê de 13 kes wek endamên meclisa partiyê li navçeyê hatin hilbijartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya ‘Sûriyeya demokratîk ne navendî, rûniştandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk’ şaxê navçeya Kobanê 1`kongreya xwe ya salê lidar xist.

Di kongreyê de endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Nesrîn Kanan perspektîvên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji beşdaran re xwendin. Tê de geşedanên siyasî yên herêmê, timayên navneteweyî û dewletên ku hewl didin sûd ji aloziya Rojhilata Navîn bi giştî bigirin, şîrove kirin. her wiha destnîşan kir ku wan dewletan hewl didin berjewendiyên xwe bi rêya siyasetên xwe yên kirêt pêk bînin.

Nesrîn wiha domand: "Dewletên ku li Sûriyê nakok in, armanc dikin temenê aloziya Sûriyê dirêj bike bi rêya dagirkirina herêmên ewle mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê piştî ku ji terorê hatin rizgarkirin."

Di perspektîvan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide herêmê dagir bike û operatoriya osmanî bi rêya bikaranîna ola Islamê û piştgiriya komên tundrew vegerîne.

Her wiha hate teqezkirin ku divê aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyên siyasî ne leşkerî çareser bibe û Sûriyeyek demokratîk û ne navendî pêk were.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Kedîm Ibrahîm axivî û destnîşan kir ku tevahiya çekên qedexekirî li dijî gelê Sûriyê hatin bikaranîn.

Kedîm diyar kir ku Amerîka bi vekişîna hêzên xwe ji Girê Spî bi xwe paşguhkirinek navneteweyî li hember terorê ye. Ibrahîm destnîşan kir ku gel temenê nakokiya berjewendiyên navneteweyî li Serêkanî û Girê Spî da.

Di nav gotinên xwe de Kedîm Ibrahîm teqez kir ku pêwîste aloziya Sûriyê bi rêya vedîtina Sûriyeyek demokratîk, ne navendî û pirrengî û bi tevlibûna tevahiya çînên gelê Sûriyê çareser bibe.

Di dawiyê de Kedîm Ibrahîm got: “Em yekîtiya axa Sûriyê û gelê wê teqez dikin. her wiha em teqez dikin ku şehîd çirûskek ronahî ji gelê Sûriyê re ne. wan gel ji zulma rêxistinên terorîst xilas kirin û axa Sûriyê paqij kirin.”

Piştre pîroznameyên ku ji hêla partiyên siyasî ve hatine şandin hatin xwendin.

Di kongreyê de civînek ji çapemeniyê re heya saetekê hate lidarxistin. Piştre beşdaran bi rêya dengdayînê 13 kes wek endamên meclisa navçeya Kobanê hilbijartin.

Her wiha Ebdulsemîi El-Ehmed wek serokê Meclisa Partiyê ya navçeya Kobanê û Mîdya Mihemed Umer wek cîgira wî hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din