​​​​​​​Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn a gundewarê Reqayê lidar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn a xeta bakurê gundewarê Reqayê lidar xist. Di kongreyê de endamên meclisa navçeya xeta bakur a partiyê hatin hilbijartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreyên xwe yên yekem li herêmê didomîne. Partiyê bi dirûşmeya `Sûriyeya demokratîk, ne navendî, rûniştandina Rêveberiya Xweser, xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk` kongreya xwe ya yekemîn li xeta bakurê gundewarê Reqayê lidar xist.

Nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzarî, rûspiyên êlên herêmê û şêniyên bakurê gundewarê Reqayê tev li kongreyê bûn.

Kongrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a xeta bakur Rîham El-Xemîs bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê êdî nûnertiya vîna siyasî ya rastîn dike. Ev vîn wê azarên gelê Sûriyê bi rêya diyalogên avaker bidawî bike. Her wiha Sûriyeya ne navendî, pirrengî û demokratîk ava bike."

Rîham wiha domand: "Em ji Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hêvî dikin ku hevdîtinên xwe li ser asta derve zêde bike da ku dengê gelê rastîn bigihîne civaka navneteweyî."

Piştre endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îlham El-Xelef perspektîvên rêxistinî û siyasî yên partiyê xwend.

Îlham got, di perspektîvên siyasî de: "Navendîbûn şêwaza hikuma pergalên netewperest e, ku cîhana erebî di dirêjahiya salan de hikum kir û Ji bilî çewisandin û dûrxistinê tiştek ji wan gelan re neanîn. Ev pêvajo tenê bi rêya diyaloga rastîn û pirrengiya siyasî bi dawî dibe."
Girêdayî perspektîvên rêxistinî yên partiyê Ilham El-Xelef got ev tişt destnîşan kir: "Divê kar bê kirin da ku nûnertiyek rastîn ji partiyê di nav gel de bê dîtin ku nêzî êşa gel be da karibe hêviyên wê bi cih bîne."

Ilham wiha domand: "Dema endamên partiyê ji aliyên siyasî û çandî ve dewlemend bin partî tê birêxistinkirin. Her wiha bi rêya perwerdeya siyasî ya domdar ew pêşdikevin."

Piştre serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqa û gundewarê wê Abdullah El-Şiblî rewşa siyasî ya Sûriyê û herêmê şîrove kir û got: "Sedemên bûyerên îro li ser qada Sûriyê rû didin,  serhişkiya rejîma Sûriyê û opozîsyonê ye û pejirandina xeta leşkerî ye. Ev xet  tenê wêranî ji gelê Sûriyê re anî. Her wiha gelek caran bangawaziyên Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya siyasî û diyaloga sûrî-sûrî hatin paşguhkirin. Rêveberiya Xweser biryara NY`î bi hejmar 2254 wek zemînek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dihesbîne."

El-Şiblî di nav gotinên xwe de ev tişt teqez kir: "Çareseriya siyasî deriyê rasteîn ê pêşeroja Sûriya pêşerojê ye. Divê hemû aliyên wê tev li çareseriyê bibin. Tirkiyê jî bi rêya piştgiriya çeteyên xwe û derxistina şer bi gelê Sûriyê re hewl dide vê çareseriyê dûr bixe."


Paşê serokê Komîteya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya xeta bakur Edhem El-Selûm çalakiyên komîteyê di dema derbasbûyî de vegotin û ev tişt anî ziman: "Komîteyê ji bo pênasekirina partiyê, armancên wê û rêziknameya wê gelek çalakî lidar xistin. Komîteyê 210 endamên nû tev li partiyê kirin di nav de 87 jin in. komîteyê awayekî fermî serdana rûspiyên êlan û rêveberiyên sivîl û leşkerî kirin."

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamên partiyê, serok û cîgirê serokê meclisa navçeya xeta bakur hatin hilbijratin. Edhem El-Selûm wek serokê meclisê, Nesîbe Hesen weke cîgira serokê meclisê tevî 21 endamên ji bo nûnertiya meclisa navçeya xeta bakur hatin hilbijratin.

Di dawiyê de serokê meclisa navçeya xeta bakur ê ku hate hilbijartin Edhem El-Selûm encamnameya kongreyê xwend. Di encamnameyê de hate teqezkirin ku partî bi tu berjewendiyên netewî yan jî olî yan jî mezhebî ve ne girêdayî ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku armancên partiyê û karên wê ne girêdayî tu ajandeyên herêmî yan jî navneteweyî ye. Beşdarên kongreyê bi giştî gotin çareseriya siyasî bi rêya lihevkirina navneteweyî berbijarka tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din